| 801 |
Kewîj |
Zemanê berê digotne wê pîvana ku bo pîvana genim û dan û ... hwd bi kar dibirin. |
| 802 |
Kewjîn |
Bêzûkirdin. Ew uşiyê tirî ku bi darê ve hişk dibe û dimîne. |
| 803 |
Kewkew |
Ev nav di bingeh de “Kokeb” a erebî ye bi wateya “stêrk” ku bi kurdî kirine kewkew. |
| 804 |
Kewmal |
Serûbinkirina malê û geriyana li pey tiştekî. (Hemûman “kewmal” kird, hîçman nedoziyewe, wate me mal hemû serûbin kir, lê me ti tiştek nedît). |
| 805 |
Kewmil |
Amaje ye bi keçên gerdenqaz. Serbendê straneke kurdî ye. |
| 806 |
Kewrîn |
Kevrîn. Berdîn. Embara dex û dan. Bizna spî. Gundek e li bin çiyayê Zozik li herêma Rewanduzê li Başûrê Kurdistanê. |
| 807 |
Kewrû |
Rûmetê wê wek yê kewê ye. Amaje ye bi keçên bedew. |
| 808 |
Kewxal |
Bedew wek xala kewê. Amaje ye bi dilbera bedew û şox û şeng. |
| 809 |
Kewyan |
Tîreyeke Kurd in ku li derdora Şirnax a Bakûrê Kurdistanê dijîn. Seqamgirtû. Cihgirtî. Cihê sar û çiyayî. |
| 810 |
Kewyar |
Yara wek kewê şilûmil. |