| 761 |
Kaşiyan |
Çiyayê asê. Kembera çiya. Sermoyeya avahiyan (Giwêsuwane). |
| 762 |
Kasme |
Nanê ku hewîra wê digel rûn hatibe şêlandin. |
| 763 |
Kaşme |
Giyayek e ku pelgên wê pan in û dolmeyan jê çêdikin. |
| 764 |
Kavar |
Qeza. Bajarok. |
| 765 |
Kawên |
Çiyayê bilind û kevirîn. Birêz û hêja. Hêvî. Arezû. |
| 766 |
Kawjan |
Gundek e li bin gund Bêjwê, ku dikeve herêma Alan a Serdeştê. |
| 767 |
Kaxlî |
Qaxlî. Giyayek e ku rengekî narincî û bedew heye û bo ser nan û girdeyan bi kar dibin. |
| 768 |
Kazîn |
Galte û gep. Narenar û dengxweş. Koşka hejaran. |
| 769 |
Kazîwe |
Şefeq. Berebeyan. |
| 770 |
kebar |
Nobere. Seladana mela di dema şefeqê de. Destpêka her tiştî wek gihîştina fêkiyan |