# Nav Mane
751 Kars Herzin. Herzinê gir. Danek e ku rengê wê wek rengê xalîşînkê ye û tama wê tehl e û saq û gula wê jî wek a cih e.
752 Karsa Sinduq yan teşta nan û xurekên din.
753 Karsaz Kesê çaresaz. Kesê girêveker. Karçêker. Navekî Xwedê ye (Ey karsazê karan).
754 Karyan Enirjî. Hêz.
755 Karyar Karmend.
756 Kasak Cihê bilind û evraz.
757 Kasan Çiyayê lêj û evraz. Navê çiyayekî ye li herêma Hekarî li Bakûrê Kurdistanê.
758 Kasîn Leyîzek e kevnar e.
759 Kaşîn Cureyeke leyîza li ser befrê ye. Zewîkêlan.
760 Kasinî Giyayek e.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!