# Nav Mane
731 Kanîsk Saqê hişk ê nîskê.
732 Kaniyasîr Navê gundekî ye li Badînan li Başûrê Kurdistanê.
733 Kaniyata Navê gundekî ye li Badînan li Başûrê Kurdistanê.
734 Kaniyaw Kanî. Serçawe. Çavkanî. Ava ku ji kaniyê der dibe.
735 Kapo Hêlûna baldaran.
736 Kara Kesê ku karê wî baş e. Kevir. Ber. Kuçk.
737 Karak Karaka. Kan. Erdê ku tiştên binirx tê de hene û hildikolin bo bikarhînanê.
738 Karakas Li serdema Sasaniyan paytexta mîrnişîna Mîsan bûye li Başûrê Kurdistanê.
739 Karçîn Hermiyek e ku bi kalî lê vedikin.
740 Kardo Karox. Kardox. Kardak. Kardaka. Peyva Kardo yan Kurd reh û rîşeyeke kevn û dîrokî heye û vedigere bo 4 hezar salî berî niha.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!