| 61 |
Pinkaf |
Gulav. Ava gulê. |
| 62 |
Pirdîka |
Navê keça Atropat deshilatdarê Mad bûye li sala 324an berî zayînê ku hevdem bû digel êrîşa Eskenderê Meqdûnî bo Îranê. |
| 63 |
Pirdîs |
Paradîs. Buhişt. Cennet. Peyveke kevn a Madî-Avestayî ye. |
| 64 |
Pirhest |
Pir ji hest. |
| 65 |
Pirhoş |
Serwext û hişyar. Xwediyê hiş û dêneke baş. |
| 66 |
Pirjol |
Pirzol, wek rîşalên genimeşamiyê. Perîşan. Pirş û bilaw. |
| 67 |
Pirnaz |
Nazdar. Yê ku zêde naza dike. |
| 68 |
Pîroze |
Balindeyekî efsaneyî ye. Kevirekî şîn ê binirx e. |
| 69 |
Pirpire |
Pûlekên masiyan. Giyayeke şîn ê gelek nazik û ciwan e ku di nav bax û bêstanan de şîn dibe û rengê qola nokan dide, lê pelgên wê cuda ne û bo zikêşanê baş e. |
| 70 |
Pirpirîk |
Pepûle. Perperok. |