| 61 |
Şermîn |
Şermin. Bişerm. Şermoke. Biheya. |
| 62 |
Şerwîn |
Navê kelhekê ye li herêma Şîrwan li Bakûrê Kurdistanê. Navê çiyayekî ye li Badînan li Başûrê Kurdistanê. |
| 63 |
Şesperr |
Rêjnebarana tund. Barana boş. Navê gulekê ye. Tipla mezin. |
| 64 |
Şetaw |
Ew cogeha ku ji buharê heya destpêka havînê li zozanan befraw jê tê xwar. |
| 65 |
Şevîn |
Şewên. Reş wek şevê. Şewezeng. Çêrîna pez û ajelan di dema şevê de. |
| 66 |
Şewbêr |
Şewbiwêr. Şevnişîn. Şevbêrk. |
| 67 |
Şewbo |
Giyayek e ku destpêka buharê şîn dibe û gulên spî derdike û bêhnxweş e, û bi roj bêhna wê tuneye, lê dema ku roj ava dibe û hewa hênik dibe, bêhneke xweş jê tê û heya şefeqê ew bêhna xweş her dimîne. |
| 68 |
Şewçere |
Şewçele. Xwarina di dema şevê de. |
| 69 |
Şewçira |
Çiraya ku di dema şevê de bo nêçîrkirina teyrûtevalan bi kar tînin. |
| 70 |
Şewdêr |
Avdaniya di dema şevê de. |