# Nav Mane
681 Hîdîka Aram. Li ser hemdê xwe.
682 Hîwa Hêvî, Umîd.
683 Homa Humay. Bi zazakî wate: Yezdan. Xwedê. Xweda. Perwerdigar. Dilgirêdan bi karê baş an xirab. Strana ku bo razandina zarokan bi kar tê. Navê teyrekî ye ku li gor metolojiya Îranê ger siya wî teyrî bikeve ser serê her kesî, ew kes dê bibe paşa. Gundekî Kurdnişîn e li herêma Birûcirdê.
684 Hona Dengê xweş. Dengê bisoz. (Be honayekî xoş destî pê kird). Hêşta jî.
685 Honiya Xoniya. Di zaravayê pehlewî yan kelhorî de wateya xweş û awazê dide.
686 Hore Derdor. Singekî stûr e ku dixin nav qelîşteka darê, û piştre bi bivirê dişkînin. Seyrangeh. Cihê zêde bilind. Soz û narenar. Sirûda ayînî a ehlê heq (yarsan)an girêdayî serdema Zerdeşt ku hewayekî kevn e û di merasimên ayînî de hatiye gotin. Hore gelek kevn e û bi zaravayê kelhorî û cafî tê gotin.
687 Horî Perî. Firişte.
688 Hozan Helbestvan. Gelek zana. Qesîde. Parçeyek ji helbestê.
689 Hûma Pîroz e. Xwedê. Hûmay.
690 Huzar Bax û gulzar.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!