51 |
Belalûk |
Balûka ku li ser destê mirovan şîn dibe. |
52 |
Bêlan |
Cihê hişk û germ. Çolistan. Cihê bilin di navbera du çeman de. |
53 |
Belar |
Fêkiyê ku zêde gihîştibe. Nerm û ter. Serbendê straneke kurdî ye: (Hey belar û belar û belarewe Memkołet şekre sêwen be darewe. Gelêrî). |
54 |
Belên |
Peyman. Qewl û soz. |
55 |
Belîcan |
Tilî. Gustîlk. |
56 |
Benaz |
Binaz, Nazdar, Kesê ku xwe dinazîne. |
57 |
Benistan |
Gundekî ser bi herêma Badînan e li Başûrê Kurdistanê, ku eşîra Rêkanî lê dijîn. |
58 |
Beram |
Bêhna xweş. |
59 |
Bêrat |
Cihê ajeldariyê. Çiyayek e li rexê çiyayê Karox li Başûrê Kurdistanê. |
60 |
Berbang |
Şefeq. Dema bangdana mela ya serê sibehê. |