51 |
Şende |
Peyveke hewramî ye bi wateya kutxwarî. Navê nadiyar. |
52 |
Şênê |
Şêne. Şetilcarr. Gundeke ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye ku ketiye quntara çiyayê Nawzeng li bindestê çiyayê Mamend li Başûrê Kurdistanê. |
53 |
Şengar |
Şengal. Cihê jiyana Kurdên êzidî li Başûrê Kurdistanê. |
54 |
Şenge |
Ciwan û bedew. Bihêz. |
55 |
Şengebî |
Şorrebî. Dareke behiyê ye ku çiqên wê şorr dibin xwarê. |
56 |
Şengedar |
Dara ciwan. Şox û serhal. |
57 |
Şengîn |
Ciwanşirîn. Şox û şeng. |
58 |
Şengol |
Gelek kêfxweş û dilxweş. Pêkve zeliqîn. |
59 |
Şênî |
Aram û li ser hemdê xwe. Asûdeyî. Pişkivî. |
60 |
Şeraniş |
Kanî yan ava boş û rewan. Sûlavek e li Zaxoyê. |