| 431 | 
                            Ernewaz | 
                             Ew jî navê tîreyeke Kurdan e li Bakûrê Kurdistanê.  | 
                        
                        
                            | 432 | 
                            Ersam | 
                            Navê hozeke Kurd e li Bakûrê Kurdistanê. | 
                        
                        
                            | 433 | 
                            Ersan | 
                            Navê eşîreke Kurdan bûye li Bakûrê Kurdistanê.  | 
                        
                        
                            | 434 | 
                            Ersem | 
                             Ew jî navê tîreyeke Kurdan e li Bakûrê Kurdistanê.  | 
                        
                        
                            | 435 | 
                            Erxewan | 
                             Dareke pelgpan a naskirî ye ku gulên wê sor lê nêzî rengê pembeyî ne. Hindek caran heya 12 metroyan dirêj dibe. Navê wê yê zanistî "Cercis siliquastrum" e. | 
                        
                        
                            | 436 | 
                            Erxeyan | 
                            Xatircem. Dilniya. Bêxem. Arxayîn.  | 
                        
                        
                            | 437 | 
                            Esmehan | 
                            Navê xûşka Ferîd Etreşî stranbêjê  navdar ê Ereb lê di koka xwe de Kurd e, ku di bingeh de ji Kurdên dirozî yên Lubnanê ne û ji hoza Conbelat in. Peyva Conbelat jî ji peyva Canpola hatiye wergirtin û bûye erebî. Çimkû Canpola navê eşîreke navdar a Kurdan e li Lubnanê.  | 
                        
                        
                            | 438 | 
                            Espere | 
                            Giyayê rengrêjî. Destkê bêlçeyê. Cihê pê li ser bêlçeyê.  | 
                        
                        
                            | 439 | 
                            Esperêz | 
                            Navê gundekî ye li aliyê gundên “Nugil” û “Miyane” a ser bi Hewramanê, di navbera Sine û Merîwanê de li Rojhilatê Kurdistanê.  | 
                        
                        
                            | 440 | 
                            Espîn | 
                            Hore. Powaz. Darê ku dixin nîveka şeqa darê, bona ku herdu aliyê darê negihîjin hevdu, û piştre bikarî bi bivir wê darê bişkînî.  |