# Nav Mane
31 Zewen Erdê ku giya û çêreya wê zêde hebe. Lêwa serban (Sermoye). Zêde. Zaf.
32 Zeynê Lê binêre. Hişê xwe bidê. Dêna xwe bidê.
33 Zeytûn Navê darekê ye ku li Rojava û Bakûrê Kurdistanê zêde heye.
34 Zibare Herewez. Dema ku xelkê gund di karê dirûna dexlûdan an ... hwd de hevkariya hevûdin dikin.
35 Zibê Kurtkiriya navê zibeydayê ye.
36 Zîlan Geliyê Zîlan geliyek e ku dikeve bakûrê deşta Erdîşê, û li derdora 15-20 km dûrî bajarê Erdîşê, di navbera Erdîş û Giyadînê de ye, û ser bi parêzgeha Wanê ye. Di meha tîrmeha 1930î de leşkerên Tirk ketine nav gundên Zîlanê, û komkujiyeke mezin çêbûye. Ji vê bûyerê re dibêjin Komkujiya Geliyê Zîlan. Li gorî rojnameya tirkî ya Cumhuriyet a roja 16ê tîrmeha 1930î, li Geliyê Zîlanê 15 hezar kes hatine kuştin. Navê deştekê ye li milê bakûrê herêma Erdîşê li Bakûrê Kurdistanê. Navê eşîreke mezin e li herêma Wanê li Bakûrê Kurdistanê.
37 Zimnay Ezmûn. Taqîkirdnewe. Cerbandin. Testkirin.
38 Zimrût Gewhereke binirx a kesk e.
39 Zimzîran Navê girekî ye li nêzî Serdeştê ku riya Mehabad-Serdeştê ji wir re derbas dibe. Dema kutan û mizdana tirî bo çêkirina sirke û şerabê.
40 Zîne Jin. Zindî. Navê kelemekê (striyekê) ye.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!