# Nav Mane
31 Aran Binkeya jiyana zivistanî ya koçeran. Germiyan. Erdê text û deşta ku bereket hebe. Nerm, Êş û azar.
32 Araste Di farsî de wate xemilandin. Lê di kurdî de wateyeke din heye wek: Silavên xwe araste dikim. Wate Ez silavên xwe jê re dişînim.
33 Arazyas Bajarek bûye ku Madan tê de hikûmet kirine. Renge heman bajarê Darayas bûbe li rexê gundê Deryaz li Şarwêrana Mehabadê ku niha jî kavilên wê her mane.
34 Arda Navê firişteyekê ye di ola Zerdeştî de.
35 Ardil Dil agir.
36 Arenak Çiyayek e li herêma Bîngolê.
37 Arenan Navê gundekî ye li çend kîlometriya bajarê Sine.
38 Arezû Hêvî. Awat. Dilxwaz. Di zaravayê pehlewî de bo peyva “Arezû” peyva “Arzok” hatiye bikarhînan.
39 Arîna Ji regeza Arî. Hûrkirin û harîn. Navê çiyayekî herêma Hekariyê ye.
40 Arîşe Kêşe. Karê dijwar û bizehmet.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!