| 21 |
Amê |
Kurtkiriya navê Amîneyê. |
| 22 |
Amêdî |
Bajarekî Başûrê Kurdistanê ye, û li ser kopîtka çiyayekî bilind hilketiye. |
| 23 |
Amêxa |
Navê yek ji paşayên Kurd ên Lolo bû li sedsala 14an a berî zayînê. |
| 24 |
Amêz |
Hembêz. Baweş. |
| 25 |
Amokan |
Gundek e li deşta Herîrê, li pişt Şeqlawe li Başûrê Kurdistanê. |
| 26 |
Anahîta |
Di pirtûka Avestayê de tê wateya pak û bêgerd. Anahîta Xwedayek e ku ji aliyê Ehûramezda û Zerdeşt ve jî rêz û hurmet jê re hatiye danîn. Anahîta çavdêriya ava hemû cîhanê dike. |
| 27 |
Anîk |
Anîsk. Henisk. Henîsk. Dema kesek digel vê ku digirî îsk jî têne wî/wê. |
| 28 |
Anîsk |
Henîsk. Dema kesek digel vê ku digrî îsk jî têne wî/wê. |
| 29 |
Aniya |
Di zaravayê kevn ê Kelhorî de tê wateya Şewnim. Xûnav. |
| 30 |
Arad |
Navê firişteyekê ye di ola Zerdeştî de. |