# Nav Mane
251 Biskole Giyayek e ku dişibhe bisk û keziyan.
252 Bistîk Oşiya tirî.
253 Bîtwên Betwên. Herêmek e li rexê Raniye li Başûrê Kurdistanê.
254 Biyare Gundekî mezin û dilvekirî ye ku ketiye quntara çiyayê Hewraman li Başûrê Kurdistanê, ku ketiye ser sînorê di navbera Îran û Îraqê de. Ew gund yek ji nezirgehên terîqeta Neqşbendî ye û tijî ye ji bax û baxat.
255 Bîza Giyayek e ku dixin nav jajî û tirşiyatê de.
256 Bizav Liv û tevger. Hereket. Livlivîn. Bizivîn.
257 Bizên Lîstika zarokan. Lîstika cixizên.
258 Bokan Bajarek e li Rojhilatê Kurdistanê
259 Borçîn Mirawiya mê. Borçîl.
260 Botiya Çiyayek e li Badînan li Başûrê Kurdistanê.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!