| 241 |
Bîranîn |
Bîrewerî. Serpêhatî. |
| 242 |
Bîrêj |
Cihê pirr ji av. Gundek e di navbera çiyayê Sefîn û Serê Reş li herêma Şeqlawe. |
| 243 |
Birîn |
Xwînhatin ji perçeyeke leş. |
| 244 |
Birîndar |
Kesê ku birînek li ser laşê wî/wê hebe. |
| 245 |
Birîqe |
Biriqîn. Çilvilîn. |
| 246 |
Birîsk |
Birûsk. Ronahî û berqa ewran. |
| 247 |
Birjang |
Bijank. Bijang. Mijol. Birjol. |
| 248 |
Birsaq |
Girdeyekî piçûk e ku şîr û avê berdidin ser hewîr û di nav rûn de sor dikin. |
| 249 |
Birûsk |
Ronahî û berqa ewran digel girmîna ewran. |
| 250 |
Biskan |
Rîşalên li ser pelgên genimeşamiyan. Pirjimara peyva “bisk”. |