# Nav Mane
161 Bêrat Cihê ajeldariyê. Çiyayek e li rexê çiyayê Karox li Başûrê Kurdistanê.
162 Berbang Şefeq. Dema bangdana mela ya serê sibehê.
163 Berbiyan Gundê li ber bax û baxçeyan. Gundek e li seyrangeha Selahedîn a ser bi Hewlêrê.
164 Berçem Golmeka pêşiya rûbar.
165 Bercewen Berçavan. Ew hinda ku çav dibîne. Dîmen. Çavediyar. Çavenaz.
166 Berçin Selika fêkiyan. Berçine.
167 Berdîl Bedel. Guherîna tiştekî bi tiştekî din. Mal bi mal guherîn. Berxê nêr ê sê salî (Şek).
168 Bêrdok Xêreke piçûk. Pêmereya piçûk.
169 Bêresa Ew cihê ku pez amade dikin bo dotinê.
170 Bereza Giyayekî xweza û gelek bedew e.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!