# Nav Mane
1671 Zeryan Kebanî. Kaban.
1672 Zêvîn Zêwîn. Ji zîwê hatibe çêkirin.
1673 Zêwar Qerax. Perawêz.
1674 Zêwe Gořa ocaxan. Ziyaretgeh.
1675 Zewen Erdê ku giya û çêreya wê zêde hebe. Lêwa serban (Sermoye). Zêde. Zaf.
1676 Zeynê Lê binêre. Hişê xwe bidê. Dêna xwe bidê.
1677 Zeytûn Navê darekê ye ku li Rojava û Bakûrê Kurdistanê zêde heye.
1678 Zibare Herewez. Dema ku xelkê gund di karê dirûna dexlûdan an ... hwd de hevkariya hevûdin dikin.
1679 Zibê Kurtkiriya navê zibeydayê ye.
1680 Zîlan Geliyê Zîlan geliyek e ku dikeve bakûrê deşta Erdîşê, û li derdora 15-20 km dûrî bajarê Erdîşê, di navbera Erdîş û Giyadînê de ye, û ser bi parêzgeha Wanê ye. Di meha tîrmeha 1930î de leşkerên Tirk ketine nav gundên Zîlanê, û komkujiyeke mezin çêbûye. Ji vê bûyerê re dibêjin Komkujiya Geliyê Zîlan. Li gorî rojnameya tirkî ya Cumhuriyet a roja 16ê tîrmeha 1930î, li Geliyê Zîlanê 15 hezar kes hatine kuştin. Navê deştekê ye li milê bakûrê herêma Erdîşê li Bakûrê Kurdistanê. Navê eşîreke mezin e li herêma Wanê li Bakûrê Kurdistanê.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!