| 1591 |
Xendewan |
Devken û rûxweş. |
| 1592 |
Xenî |
Bikeyf. Bikêf. Li ser keyfê. Kêfxweş. |
| 1593 |
Xenîle |
Aram û rûxweş. Xwarinek e ji sawar tê çêkirin. |
| 1594 |
Xepar |
Bijar. Xweşbûna zeviyê bo çandinê. |
| 1595 |
Xêra |
Peyt. Bidestûlep. Jîr û kêrhatî. |
| 1596 |
Xeraman |
Xoşrû. Şilûmil. |
| 1597 |
Xerman |
Mij û morana derdora heyvê. Coxînka heyvê. |
| 1598 |
Xerwa |
Naneqeysî û nanehejîr. Girdeyek (kulêreyek) e ku di bin polên agir de dibirje. |
| 1599 |
Xeşîl |
Giyayê Xuşîlk. |
| 1600 |
Xetîr |
Xetîre. Ew darê ku serê wê agir pê ve ye, û di dema newrozê de digrin destê xwe, û piştre bi wan xetîran agirekî mezin hil dikin. Li Akrê her sal bi sedan xetîran amade dikin û bi rêz diçin serê çiya û agirê newrozê hil dikin. Di soranî de dibêjnê: “Çilosk. Çoleçira. Çilûsk”. |