| 151 |
Bîtwên |
Betwên. Herêmek e li rexê Raniye li Başûrê Kurdistanê. |
| 152 |
Biyare |
Gundekî mezin û dilvekirî ye ku ketiye quntara çiyayê Hewraman li Başûrê Kurdistanê, ku ketiye ser sînorê di navbera Îran û Îraqê de. Ew gund yek ji nezirgehên terîqeta Neqşbendî ye û tijî ye ji bax û baxat. |
| 153 |
Bîza |
Giyayek e ku dixin nav jajî û tirşiyatê de. |
| 154 |
Bizav |
Liv û tevger. Hereket. Livlivîn. Bizivîn. |
| 155 |
Bizên |
Lîstika zarokan. Lîstika cixizên. |
| 156 |
Bokan |
Bajarek e li Rojhilatê Kurdistanê |
| 157 |
Borçîn |
Mirawiya mê. Borçîl. |
| 158 |
Botiya |
Çiyayek e li Badînan li Başûrê Kurdistanê. |
| 159 |
Buhar |
Behar. Bihar. Demsala buharê. |
| 160 |
Bûjan |
Navê gundekî ye li Îlamê. Giyayek ku çilmisîbe lê cardin şîn bibe û werarê bike. |