1421 |
Sorik |
Çiyayek e li hemberî çiyayê Sefîn li rexê Şeqlawe. |
1422 |
Şorrê |
Bejnbilind. Bejnşorr. Serbendê straneke kurdî ye. |
1423 |
Şorrejin |
Jina bejnbilind û serdest. |
1424 |
Şorretû |
Dara tûyê ku çiqên wê şorr dibin. |
1425 |
Sosan |
Gundekî piçûk e li herêma Qurwe. |
1426 |
Sosar |
Teyrekî masîxwer e ku li Bakûrê Kurdistanê li rexê Wanê heye. |
1427 |
Sosik |
Xalxalok. Kêzxatûn. |
1428 |
Sosin |
Sûsen. Navê gulekê ye ku heya niha nêzî 100 cureyên wê li cîhanê hatine naskirin. Navê wê yê zanistî "Lilium spp" e. |
1429 |
Soşîn |
Giyayekî stûr ê bilind e ku binê wê wek silkê (çuxenderê) ye ku hişk dikin û dikutin. |
1430 |
Sosret |
Ecayîb. Cihê heyirîmanê. |