1401 |
Sirwe |
Gotûbêja evîndarane. Raz û niyaz. Şine. Bayê hênik ê sibezûyan. |
1402 |
Şîşan |
Navê giyayekî ye. Navê tîreyeke piçûk a Kurdan e ku li quntara çiyayê Qerax dijîn li herêma Silêmaniyê. |
1403 |
Sîtav |
Tîrêja tavê. Têhn û germahiya tavê. |
1404 |
Sîvan |
Çetir. Çetra ku di dema havînê de mirov li hemberî tavê de bi kar tîne. |
1405 |
Siwêsin |
Gula Sosinê. |
1406 |
Siyaçem |
Çavreş. Rûbarê reş û şêlû. |
1407 |
Şiyan |
Jidesthatin. Karîn. |
1408 |
Siyare |
Cure genimek e. |
1409 |
Sodîs |
Navê çiyayekî ye li herêma Wanê ku bilindahiya wê 3146 metro ye. |
1410 |
Şohan |
Navê gundekî Kurdan bû ku ji aliyê hikûmeta Be`is ve hate valakirin û Kurd li wir derxistin û wêran kirin, û Ereb tê de akincî kirin. |