| 1381 |
Sînan |
Navê tîreyeke Kurdan e ku çiqek in ji zazayan û li rojhilatê Xerpûtê li Bakûrê Kurdistanê dijîn. |
| 1382 |
Sinawê |
Gundek e li herêma Xoşnawetî li Başûrê Kurdistanê. |
| 1383 |
Şinawe |
Navê gundekî ye li herêma Pişder li Başûrê Kurdistanê. Parçe zewiyeke piçûk a kêlgehekê ye ku hatiye kêlan bo çandinê. |
| 1384 |
Sincan |
Gundek e li herêma Menguran li nêzî Mehabadê. |
| 1385 |
Sindûs |
Deştek e li rexê Nexede. |
| 1386 |
Şine |
Nesîm, Bayê hênik, Sirîwe, Sirwe. |
| 1387 |
Sinêje |
Alaveke ristinê ye. |
| 1388 |
Sînem |
Sîmen. Tiştek ku ji zîwê hatibe çêkirin. |
| 1389 |
Sinewber |
Cureyeke dara kacê ye ku hertim kesk û bilind û ciwan e. |
| 1390 |
Şingie |
Du aliyên darekî ku pêkve zeliqîbin. |