| 1371 | Şikofe | Şigove. Pişkûj.  Gulok. Gula ku nû dipişkive û dibe fêkî. | 
                        
                            | 1372 | Şîlan | Şîlandik. Dilêq. Cilêq. Berê dareke sor a qahîm û strîdar (kelemdar, bikelem, biqelem) e ku heya şeş gezan bilind dibe û gulên zer dide, û şîlan rengê wê sor û şirîn û bitam e, herwiha wek derman jî tê pêşniyarkirin. | 
                        
                            | 1373 | Şîlaz | Navê gundekî ye li herêma Duhokê li Başûrê Kurdistanê. | 
                        
                            | 1374 | Şîle | Şîreya gij û giya, û gul û daran. Şîreya hingvînê. Herwiha navê giyayekî ye ku di nav genim de şîn dibe, û “Zuwanşelmik” jî dibêjnê. | 
                        
                            | 1375 | Şilêre | Gula Şilêrê. Zêdetir li çiya û zozanan şîn dibe û gulên wê sor an jî zer in, û dişibhin zengilên şorrbûyî. Serbendê straneke kurdî ye. Şilêr herwiha navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê ku nêzî bajarê Bane ye. | 
                        
                            | 1376 | Şilove | Barîna berf û baranê pêkve. | 
                        
                            | 1377 | Şilûmil | Bedewiya leş. Nerm û niyan. | 
                        
                            | 1378 | Sîma | Dîmen. Rû. Rûmet. | 
                        
                            | 1379 | Sîmere | Navê çemê navdar ê herêma Loristanê ye ku dirêje nav  rûbarê Ereban (Şetil`ereb). | 
                        
                            | 1380 | Şimşal | Alaveke muzîkê ye. Bilûr. Bilwêr. |