# Nav Mane
1321 Semer Semere. Berê darê.
1322 Şemole Giyayekî destçin e ku didin ajelan û ajel pê qelew dibin.
1323 Semsûr Bajar û herêmeke kevn e li Bakûrê Kurdistanê ku çiyayê Nemrûd himbêz kiriye û Ermenî jî tê de dijîn. Tirkan navê wê guherîne û kirine Adiyaman.
1324 Şêna Bihêz û biqavet.
1325 Şende Peyveke hewramî ye bi wateya kutxwarî. Navê nadiyar.
1326 Şênê Şêne. Şetilcarr. Gundeke ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye ku ketiye quntara çiyayê Nawzeng li bindestê çiyayê Mamend li Başûrê Kurdistanê.
1327 Şengar Şengal. Cihê jiyana Kurdên êzidî li Başûrê Kurdistanê.
1328 Şenge Ciwan û bedew. Bihêz.
1329 Şengebî Şorrebî. Dareke behiyê ye ku çiqên wê şorr dibin xwarê.
1330 Şengedar Dara ciwan. Şox û serhal.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!