# Nav Mane
1261 Sarat Çolistan. Biyaban. Tîreyeke Kurdan e ku li derdora Azerbaycanê dijîn.
1262 Sardoniya Guleke bedew a pelgpan e ku 20-30 cm bilind dibe û gelek bihêz e, û piştî heyamekê bejna wê req dibe û dibe texte. Du cureyên wê hene: Sade û Şêstper.
1263 Sare Şefeq. Sibezû. Spêdeyeke zû.
1264 Sare Zerweşan. Belavkirina pere bi ser bûkê de. Gundek e di navbera Sine û Dîwandere de li Rojhilatê Kurdistanê.
1265 Sarema Berdana karik û berxikan bo şîrxwarinê di dema şefeqê de berî dotina şîrê dayîkên wan.
1266 Sarî Peyva hezkirinê ye bo bangkirinê.
1267 Şarîk Kumdesmaleke jinan bû di zemanê berê de.
1268 Sarîna Wargehê bilind û hênik.
1269 Şarîş Navê yek ji bajarên mezin ên Sobariyan bûye li sala 1110an a berî zayînê.
1270 Sarîsa Mînoriskî ji zimanê Torodangînê zimanzan ve dibêje: Li welatê Kurdoîn sê bajar li ser rûbarê Dîcleyê hebûn ku navê wan Sarîz (Sarîsa), Stalka û Pinyaka bûn û Kardoxî lê dijiyan. Straboyê rojhilatnas jî dibêje: Kurdoîn bi herêmên çiyayî ên di navbera Mûş û Diyarbekirê (Amed) ê dihate gotin.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!