| 111 |
Bajîlan |
Eşîreke Kurdan e. |
| 112 |
Bakasiya |
Navê bajarokekî ye li herêma Bedre ku Kurdnişîn bû, lê ji aliyê Beisê ve hate teirîbkirin. |
| 113 |
Bala |
Bejn û bal. |
| 114 |
Balar |
Karîte. Darek e ji bo qahîmkirina bendikên rêsandina caciman bi kar tînin. |
| 115 |
Bale |
Semaya aram a Ewropiyan e ku li Rojhilata Navîn de jî zêde carr e. |
| 116 |
Balê |
Her çawa be. Baskê darîn ê helametê (Reşkê bostanan). |
| 117 |
Balîne |
Mezirgeya ku hewîrê pan dikin ser wê û piştre li tenûrê didin. Rifêde. |
| 118 |
Bamezrê |
Navê gundekî ye li Akrê. |
| 119 |
Banîje |
Hemû serbanekî nizm û piçûk. |
| 120 |
Banîn |
Navê bajarokekê ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de dijiyan, lê piştre hikûmeta Beis, Ereb anîne cihê wan û ew jî li wir derxistin, û ew Erebên ku li wir mabûn jî, di nav Ereban de heliyan û zimanê xwe ji bîr kirin. |