| 111 |
Bêşûk |
Gundek e li ser rûbarê Rewanduzê li quntara çiyayê Cindiyan li Başûrê Kurdistanê. |
| 112 |
Bêtirme |
Navê kaniyekê ye li Şeqlawe. |
| 113 |
Bêtûş |
Navekî kevn ê madî û avestayî ye, û gundek e li quntara çiyayê Alan li pişt Serdeştê li Rojhilatê Kurdistanê. |
| 114 |
Bêwran |
Gundekî xweş e li aliyê Serdeştê. |
| 115 |
Bêxal |
Sade. Befra spî. Ava pak. Navê seyrangehekê ye li nêzî Rewanduzê li Başûrê Kurdistanê. |
| 116 |
Bextan |
Bedşansî. Bêşansî. |
| 117 |
Bextewar |
Dilşad. Kamiran. Bextiyar. Şa. şad. Dilxweş. Kêfxweş. Kesê ku bextê wî baş e û ji rewşa xwe razî. |
| 118 |
Bextewer |
Xweşbext. |
| 119 |
Beyan |
Spêde, Şefeq |
| 120 |
Beybûn |
Navê gulekî çiyayî ye bi rengê spî û rengê asîmanî. |