| 101 |
Berzîn |
Kulavê ku di bin zîn û kurtanê de davêjin ser pişta hesp û keran. |
| 102 |
Besê |
Ji peyva “bes” hatiye wergirtin. Serbendê straneke kurdî ye (Hey Besê emrim Besê). Ew nav li herêma Mengurran zêde heye. |
| 103 |
Bêşe |
Mêşe. Desnêj. Lêrrî. Bêşe çinar. |
| 104 |
Bêşema |
Titûneke bêhndar e. |
| 105 |
Besîre |
Giyayek e ku kew gelek jê hez dike, û bêhna wê xweş e û dikin nav risq de jî. |
| 106 |
Bêşora |
Gundek e li aliyê Rewanduzê li Başûrê Kurdistanê. |
| 107 |
Besoz |
Xemgîn. Dilgîr. Dengê nerm û xweş. Dilsoj. |
| 108 |
Bêstan |
Bostan. Cihê ku zebeş û temate û … hwd diçînin. |
| 109 |
Bestelek |
Bestełok. Zivistan di meha Rêbendanê de. Dema sir û seqem û cemedê. |
| 110 |
Bestore |
Ew çemê ku di dema havînê de hişk be. Gundek e dikeve navbera Şeqlawe û Hewlêrê. |