| 1051 |
Pijan |
Hevbaziya di sporê de ku bersinganê dikin. Guliştê. Zoranbazî. Dema ku xwîn ji pozê kesê bê. |
| 1052 |
Pîjan |
Tiştên ku li elek an bêjingê didin. Libêjingêdana tiştekî. |
| 1053 |
Pijaw |
Deşta ter û tije av. Deştek e li peravê Gola Zirêbar ku bo masîgirtinê avkêşek li wir dadinîn. (Avkêş: Maş. Wek çîtê li pêşberî avê çêdikin bo ku masî bikevin tê de.) |
| 1054 |
Pilîse |
Miqesok. Perresîlke. |
| 1055 |
Pinkaf |
Gulav. Ava gulê. |
| 1056 |
Pirdîka |
Navê keça Atropat deshilatdarê Mad bûye li sala 324an berî zayînê ku hevdem bû digel êrîşa Eskenderê Meqdûnî bo Îranê. |
| 1057 |
Pirdîs |
Paradîs. Buhişt. Cennet. Peyveke kevn a Madî-Avestayî ye. |
| 1058 |
Pirhest |
Pir ji hest. |
| 1059 |
Pirhoş |
Serwext û hişyar. Xwediyê hiş û dêneke baş. |
| 1060 |
Pirjol |
Pirzol, wek rîşalên genimeşamiyê. Perîşan. Pirş û bilaw. |