| 1001 |
Pamûre |
Pawane. Pawêne. Xirxala pê. Bazina ku dixin pêyê xwe de. |
| 1002 |
Papiya |
Peyaçûn. Rêçûna bi piyan. |
| 1003 |
Papoke |
Genimê nekutayî. |
| 1004 |
Paprrîk |
Cureyeke perperokê ye. |
| 1005 |
Parastan |
Gundek e li rexê Zimzîranê li herêma Serdeştê li Rojhilatê Kurdistanê. |
| 1006 |
Parde |
Stargeh. Kemîn. Sûra kurt. Şûreya kurt. Boseya nêçîrvan. |
| 1007 |
Pardîs |
Bihuşt. Cennet. Peyveke kevn a madî a avestayî ye. |
| 1008 |
Pariya |
Navê wî gundî ye ku Kerîmxanê Zend tê de ji dayîk bûbû. |
| 1009 |
Pasa |
Veşartî. Nediyar. Çavpoşî. Dema pêyê xwe li erdê disûn. |
| 1010 |
Pasar |
Lêva banê avahiyan. Giwêsebane. Sermoye. Kelkeban. |