| 91 |
Bersîn |
Bersîng. |
| 92 |
Berşîn |
Bi hewramî wate derketin. |
| 93 |
Berstûn |
Kevirê stûnê. |
| 94 |
Berû |
Navê stêrka Mirîxê di zimanê kurdî de. |
| 95 |
Berxal |
Navê kaniyekê ye li herêma Pişder li Başûrê Kurdistanê. |
| 96 |
Berxe |
Amaje ye bi jin an keçên bedew û xwînşirîn. |
| 97 |
Berxwedan |
Xebata bê rawestan. Bergirî. Serhildan. |
| 98 |
Berzalîn |
Guleke bêhnxweş e ku wek derman tê bikaranîn. |
| 99 |
Berze |
Navê gundekî ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê, ku Kurdên kelhurî tê de jiyan kirine, lê dewleta Beis Kurdên wir bo cihekî din dûr xistin û Ereb danîne cihên wan de. |
| 100 |
Berzê |
Bejin bilind. Bejin bedew. |