# Nav Mane
91 Şingie Du aliyên darekî ku pêkve zeliqîbin.
92 Şînwar Warê ku şîn e. Warê ku şînikatî heye.
93 Şinyan Rabûna bayê sibehê. Hejiyan li ber bayê. Pêkenîna zaroka sawa. Hêvîkirin.
94 Şîra Şîrî. Şîrder. Ajelê şîrder.
95 Şîrîn Navê evîna Ferhadê kûhken bû. Her tiştê ku tama şekir û qendê bide. Berevajiya tal. Serbend û navbenda hindek stranên kurdî ye.
96 Şîşan Navê giyayekî ye. Navê tîreyeke piçûk a Kurdan e ku li quntara çiyayê Qerax dijîn li herêma Silêmaniyê.
97 Şiyan Jidesthatin. Karîn.
98 Şohan Navê gundekî Kurdan bû ku ji aliyê hikûmeta Be`is ve hate valakirin û Kurd li wir derxistin û wêran kirin, û Ereb tê de akincî kirin.
99 Şole Peşqela agir.
100 Şorrê Bejnbilind. Bejnşorr. Serbendê straneke kurdî ye.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!