Kurmanciya Ermenistanê – Beşa 2yem

Têngîz Siyabendî

 

Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Me di beşa yekem a vê gotarê de bi awayek gelemperî behsa Kurmanciya Ermenistan û Qefqasê kir, behsa rewşa devokê, bandora devokê liser zimanên din û herwiha bandor û tesîra zimanên derdor liser wê devokê kir. Herwisa me beşek ji taybetmendiyên rêzmanî ya Kurmanciya Ermenistanê şirove kir, di vê beşê de jî emê berdewamiyê bidin behsa xwe.

 

Girêdek | Girêdekên di vê devokê aha tên gotin:

Lê, çimkî, heger, hela

Loma, lema, xût, yanê

Heta, hema, gava, îdî, de

Ya ku, ê ku, êd ku, çi ku

Wextê, herkê, mesele,

Taybetmendiyên din

Ku, belê, bes, jî, wekî, jî…jî, ne…ne, him-him, yan(ê) …yan(ê), çawa…usa, çiqas…ewqas, hema…hema û hwd.

Hejmar |  Hejmarên sade

Hejmarên 1-9 aha tên gotin: Yek, dudu, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heyşt, nehe, dehe

Hejmarên 10, 20, 30 – 90, 1000 aha tên gotin: Deh, bîst, sî, çil, pêncî, şêst, heftê, heyştê, nod, hezar 

H–ya peyvên di navên 7, 17, 8, 18, 70, 80 û 1000 de wek H-ya “Hesen” e.

Hejmarên rêzî

Di çêkirina hejmarên rêzî de bêtir paşgira «-a» tê bikaranîn.

Bo nimûne «duda, sisya, çara, pênca, şeşa, hefta, heyşta, neha, deha û hwd.

Taybetmendiyên din yên hejmaran

Di navbera hejmaran de peyva “û” nayê bikaranîn an kêm caran tê bikaranîn:

21: bîstyek

140: sedçil

1150: hezarsedpêncî

Çemandina/Tewandina navdêran

Paşgira nediyariyê «-ek» e . Bo nimûne:

”Tiştek, sêvek”

Raveka pirhejmariyê «-ên», ”-êd”, «-ê»  ye. Bo nimûne:

”Sêvên min, kitêbêd teze (nû), sêvê min,

Raveka yekhejmariya nêr û mê bi vî awayî ye:

Raveka yekhejmar ya nediyar li gel navdêrên nêr “-ekê” ye:

«Baltekê min» (bivirekî min)

Raveka yekhejmar ya nediyar li gel navdêrên mê “-eke” ye:

«Kitêveke min» (kitêbeke min, pirtûkeke min)

Çemandina Lêkeran 

Pêşgira berdewamiyê ”di-”ye.

Bo nimûne:

Ez divêm, ez divêjim (ez dibêm, ez dibêjim)

Tu divînî (tu dibînî)

Ew dixwaze

Pêşgira dema bêt (dema were, future) «ê», «wê» ye.

ez ê bêjim, (ew) wê bibêje

Paşgirên kesî yên lêkeran di demên neborî (dema niha û dema bêt) de

Ez divêjim         Ez ê bêjim

Tu divêjî           Tu ê bêjî

Ew divêje           Ew ê bêje

Em divêjin         Em ê bêjin

Hûn divêjin         Hûn ê bêjin

Ew divêjin          Ew ê bêjin

Dema bêt bi pêşgira ”bi-“ tê bikaranîn

Ez ê sêvekê bixwim.

Formên raweya subjunktîv

“ez ê bixwim, min ê bixwara, min xwaribûya…”

Neyînîkirina raweya fermanî bi “ne-” ye. Bo nimûne:

”Neke, nêbêje!”

Dijwateya ”heye, hene”, ”tine ye, tine ne” e 

Dijwateya ”ew kurd e, ew kurd in” hem bi “ne” + kopula û hem jî bi “nîne, nînin” dibe:

Ew ne kurd e, ew ne kurd in»

Ew kurd nîne, ew kurd nînin» e

Lêkerên ”birin, dan/dayîn, kirin” di dema niha de bi vî awayî diçemin:

”ez divim, didim, dikim”

Lêkera alîkariyê ”karîn” e:

Dema niha: ez dikarim, tu dikarî, ew dikare

Neyîniya wê: Nikarim, nikarî, nikare

Lêkera ”çûn” di dema niha de aha diçeme:

Ez diçim, tu diçî, ew diçe

Neyîniya wê: naçim, naçî, naçe

Lêkera “hatin” di dema niha de aha diçeme:

Ez têm, tu têyî, ew tê

Neyîniya wê: ez nayêm, tu nayêyî, ew nayê

 

H. Cindî, E. Evdal, W. Nadirî (1944)

 

Dengnasî

Hinek cudahiyên dengnasî yên devokê ji kurmanciya giştî hene.

B-ya paşvokalî (li dûv vokalan) dibe V. Bo nimûne:

Ez divim (ez dibim), tu divê (tu dibêjî/dibê), ew navîne (ew nabîne)

Komdengê ”xwe-” wek «xa» tê gotin. Ji bo nimûne:

Xa, xaş, Xadê, xara, xaxa û hwd.

Komdengê ”xwa-” wek «xa» tê gotin

xarin, vexarin,

Komndengê “xwî-” wek “xû-” tê gotin. Bo nimûne:

Xûn, bixûne

Di peyvên ”çav, mar” de A wek E’ tê gotin:

Çe’v, me’r

H li dawiya navê hejmarên 11-19 nîne: Bo nimûne:

yanzde, çarde…

Hin tiştên din derbarê kurmanciya Kafkasyayê

Niha li Ermenistanê civaka me dabeşî du beşan bûne ji wan yek dibêje ku bi kurmanciya kurdî dipeyive, lê yê din jî dibêje ku bi êzdîkî dipeyive. Divê em destnîşan bikin ku tu cudahî di navbera zimanê wan de tuneye.

Afirandin û pêşketina alfabeya kurdî li Sovyeta Ermenistanê de dikare li ser sê qonaxan de dabeş bibe:

Alfabeya «Şems» ya Lazo (H. Xazaryan) – 1921

Alfabeya Latînî ya E. Şemo û Î. Marogûlov – 1929

Alfabeya Krîlî ya H. Cindî, E. Evdal, W. Nadirî – 1944

1930→ Riya Teze di destpêkê de bi tîpên latînî çap dibe, lê di 1937-an de tê qedexekirin, piştî mirina Stalîn (1955) cardin dest bi weşanê dike êdî bi tîpên krîlî.

1921-1937→ 70 pirtûkên giranbiha wek berhevok, çîrok, destan, roman, şano û hwd jî ji aliyê nivîskarên me ve têne nivîsandin û çapkirin.

Xebatên edebî yên pêşî werger bûye, ji edebiyata rûsî û ermenî nêzîkî 15 kitêb tên wergerandin ku ev kar bêtir ji aliyê Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Qaçaxê Mirad, Cerdoyê Gênco, Ruben Drampyan û Erebê Şemo ve tê kirin

KURDŞOP
724 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!