Bêhzad Qadirî
Newroz di Kurdistanê de tevî wê ku cejneke taybet e û xwedî dîrokeke kevnar e, di heman demê de wek cejneke neteweyî jî tê hesibandin ku li hemû beş, bajar û navçeyên Kurdistanê tê pîrozkirin. Yek ji xalên hevbeş di nav piraniya herêmên Kurdistanê de pêxistina agirê Newrozê û dîlana Kurdî li dora van agiran e. Her çende niha di cîhanê de çendîn netewe Newrozê pîroz dikin, lê dîroknas û mamostayê zanîngehê “Dr. Mewlûd Îbrahîm” bi çend belgeyên dîrokî û çandî îsbat kiriye ku Newroz di nav Kurdan de serî hildaye û nêzî 12 hezar sal e ku Newroz heye û tê pîrozkirin.
Dr. Mewlûd Îbrahîm Newrozê vedigerîne bo bajarê “Dêrînko” ku temenê wê 12 hezar sal beriya Zayînê ye û di vê derbarê de dibêje: “Dêrînko, bajarkî binerdî ye ku heş qad li ser hev e û dikeve Bakurê Kurdistanê… Ev bajare ji “Herem”ên Mîsrê jî girîngtir e, çimkî dîroka “Hereman” vedigere bo 3500-40000 sal beriya niha, lê dîroka bajarê Dêrînko bo 12 hezar sal beriya niha vedigere.” Eva bi xwe Newrozê bo Kurdistanê vedigerîne.
Di vê gotarê de ez naxwazim behsa dîrok û serhildana Newrozê li Kurdistanê û herwisa hewla netewên dinê bo tomarkirina Newrozê li ser xwe bikim, belkî ez dixwazim behsa dengvedana Newrozê di wêjeya Kurdî de bikim. Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.
Newroz di helbesta “Beharname”ya Feqê Qadirî Hemewend de
Feqê Qadirî Hemewend (1830- 1880), kurê Resûl ê kurê Ciwamêr li tayfeya Çelebî û eşîreya Hemewend e ku sala 1830an li “Baziyan” (ser bi Silêmanî) ji dayîk bûye. Navbirî di helbestekê de bi navê “Beharname” wiha wesfa Newrozê dike (ji ber nebûna derfetê, bo her helbestvanekê em ê tenê çend beytekê ji helbestên wan danên).
Azîz newbehar azîz newbehar / îhya bî ne feyz azîz newbehar
Menqûş bî firûş zemîn ne sed tar / zatiş ce sîfat newroz bî îzhar
Nîlî da sefhey çetir exzerî / zêwer kerd zemîn şems xawerî
Newroz di helbesta “Newrozî Kurdî” ya Cemîl Rencber de
Cemîl Rencber (1948-1980) di sala 1948an de li Hewlêrê ji dayîk bûye. Navbirî di temenê 18 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestê kiriye û piraniya helbestên wî bê forme û nû ne. Helbestek wî ya bi navê “Newrozî Kurdî” heye ku tê de hest û ramanên nîştimanperwerane yên helbestvan bi awayekî xweş radixe ber çavan. Di beşeke vê helbestê de wiha hatiye:
Ta kilîlî serbestîman lay zordar bê
Rizgar nabîn
Ta çewsêner le nêw xoman weku har bê
Bextiyar nabîn
Saba newroz çiray bîrman helgîrsênê
Dujimin be gel binasênê
Çewsênere û çewsawekan cya katewe
Alay yekyetî dilsozan heɫkatewe
Newroz di helbetsa “Newrozî” ya Celal Medhet Xoşnav de
Celal Medhet Xoşnav (1934-1998) di sala 1934 de li Şeqlava (ser bi Hewlêrê) ji dayîk bûye. Hertim bi êş û azarên gelê xwe hesiyaye, axa wî ji bo wî pîroz bûye û ji bo xatirê welatê xwe têkoşîn û fedakariya wî rûmeteke mezin bûye. Di helbesta xwe ya “Newroz”ê de wiha dibêje:
Eçme kwêstan
Seyrangay naw bax û bêstan
Gwê le barey berx egirim
Bergî temelî da`edirim
Ebme şwan
Bo nîştiman
Xizmetî gel û hoz ekem
Rojî nwê pîroz ekem
Newroz ekem!
“Celal Medhet Xoşnav” di helbestên “Karwanî Yar, Kê?!, Bo Yar, Cejne Pîroz e, Le Yadî Newroz û Helwêst Hewsit” de behsa Newrozê kiriye.
Newroz di sirûda “Samî Evdal” de
Samî Evdal (1910-1985) nasnavê helbestvanê Kurd Husênê kurê Baba Resûl e. Samî Evdal di sala 1910an de li Koyê hatiye dinê û ew xwediyê gelek helbestan e ji mijarên wekî evînî, civakî, siyasî, olî, neteweyî, gotinên pêşiyan û hwd. Helbestvan navê xwe yê Samî ji lehengekî efsaneyî yê Kurd wate Samiyê kurê Nerîman hildaye. Ev beşek ji sirûda wî ye:
Heynê debînin wek baxî seba / gulî xwênawî dejêtin be ba
Kewa sûr buwe be xwênî lawan / mêşk leq deka dejênê û deba
Le birûskey gerdûn sam deçte dilan / ba xoşen deka be dirext û gulan
Pêşmergey şehîd gyanî dêtewe / bo cejnî newroz legel bulbulan
Samî Evdal helbestek jî bi navê “Newroz” heye û di helbestek dinê de jî bi navê “Azarî Duhem” behsa Newrozê dike.
Newroz di helbesta “Gulî Hîwa” a Seyîd Kamîl Îmamî de
Seyîd Kamîl Îmamî (1903-1989), helbestvan û nîştimanperwerê Kurd, naskirî bi Awat, di sala 1903an de li gundê Zenbîlê yê Seqizê ji dayîk bûye. Ev helbestvane kurê Seyîd Ebdulhekîm ê kurê Seyîd Ebdulkerîmê Zenbîlî ye ku yek ji rêberên terîqeta Neqşbendî û Qadirî bûye. Seyîd Kamîl di helbesta xwe ya bi navê “Gulî Hîwa” de (Pirtûka Bajarê Dil) wiha behsa Newroza gelê Kurd û xebat bo Kurdistanê kiriye.
Kê dî weha lepir gulî hîwa bipişkwê! / newroz û rojî xoşîy gelî kurd wederkewê
Rojî necate, katî xebate, firîşteket / kurde! eger netirsî serî nawete swê
her çawerêy xebatî min û toye kakî xom! / min hazirim eger kesê bêt û regel kewê
Şerte nedem wiçan û wenewz û xewm nebê / her nesrewm demê, le beyanî heta şewê
ta kifnî dujimnm nebirim, neykeme berî / neynême gorî pîsî, nelêm jînî xom dewê
Seyîd Kamîl jî di çend helbestek dinê de bi navên “Xasekew (2), Şiney Behar, Sozî Derûn û Beharî Naxoş” behsa Newrozê kiriye.