Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Bêhzad Qadirî

 

Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Di beşa berê ya vê gotarê de, me bi kurtî behsa girêdana Newrozê bi Kurd û Kurdistanê re kir û got ku Newroz li Kurdistanê tevî wê ku cejneke taybet e û xwedî dîrokeke kevnar e, lê di heman demê de wekî cejneke neteweyî tê hesibandin ku li hemû beşên Kurdistanê û bajar û bajarokan tê pîrozkirin. Herwiha me behsa rengvedana Newrozê di wêjeya Kurdî de jî kir û di vî warî de me behsa çend beşên helbesta çend helbestvanên Kurd kir. Di vê beşê de jî em ê heman meşê bişopînin û di helbest û deqên Kurdî de zêdetir dengvedana Newrozê pêşkêş bikin. Divê ez vê yekê jî bibêjim ku di vê gotarê de tevî wê ku em rengvedana Newrozê di wêjeya Kurdî de dibînin, em ê li helbestvan û nivîskarên xwe jî binêrin ku mixabin navên hinekan hatiye jibîrkirin.

 

Newroz di helbesta “Newroz” a Xadîm de

"Xadîm” (1895-1971) nasnavê helbestvanê Kurd ê kilasîk Hacî Mîrza Ebdulah ê kurê Hacî Mihemed ê kurê Mewlûd Çavreşî Koye ye. Di sala 1895an de li bajarê Koye, bajarê wêje û hunera Kurdî ji dayîk bûye. Navbirî di şeş saliya xwe de dest bi xwendina olî kiriye û di 12 saliya xwe de xwendina xwe bi dawî aniye û bi başî hînê xwendin û nivîsînê bûye û berdewam dîwana helbestên Kurdî û Farsî xwendiye û xwe pê gihandiye. Xadîm di sala 1946an de çûye Silêmaniyê û heta roja koça dawî li wir maye. Wî dukanek li ser şeqama Mewlewî hebûye û mala helbestvanên wekî “Bêxud, Elî Kemal Bapîr û Remzî Mela Marf” û yên dinê bûye. Navbirî helbestek bi navê Newrozê heye (ji ber nebûna derfetê, em ê ji bo her helbestvanekî tenê çend beytên helbestên wan danên):

Newroze îmro weidey şadîye /  cejnî serbestî û hem azadîye

Newrozî pîroz rêkewtey şeme /  em newi`e cejne şaze, zor keme

Sirwey nesîmî seher hatewe /  ta pişkoy xunçe geş bikatewe

Mujdey newbehar bide be bulbul /  ta wekû şad bê be Ruxsarî gul

 

Xadîm di helbestek kurt a dinê de ya bi navê “Feslî Newroz û Helqeyî Ehbab” wiha behsa Newrozê kiriye.

Feslî newroz û helqeyî ehbab /  bimderê saqya to camê şerab

Bulbulan nexmego le xendeyî gul /  min denoşim be yadî to mey nab!

Navbirî herwisa li helbestên “qesîdey behar le wesfî qudretî xalîqî erz û sema, ta ebed namewê bimken le derî yar cuda, musmî newroze îmro bay seher wextê ke hat, newroze rojî şadîye emsale salî gul, feslî xezane îmro şêwawe haɫî bilbil û newroze cejne îmro feslî gule behare” behsa Newrozê kiriye.

Newroz di helbesta “Cejnepîrozey Newroz” a Nafî`i Mezher de

Nafî`i Mezher (1913-1998) li Seqizê ji dayîk bûye û li hucreyan û li cem melayên wê demê xwendiye û ji bo wê mebestê jî gelek gund, bajar û navçeyan geriyaye. Helbesteke kurt a navbirî bi navê “Cejnepîrozey Newroz” heye ku tê de hest û hezkirina helbestvan a ji bo yara xwe derdikeve pêş:

Erê ho yarî şîrîn wa behare û cejnî newroze /  leto her taqe maçêkim ewê bo cejnepîroze

Ke çûnka salî tazey kurdekanî aqîbet xêre // deba dû camî mey lêdeyn beyadî em gel û hoze!

 

Hêjayî behskirinê ye ku “Nafî`i Mezher” li helbestên “be zend û pazend be gorî zerteşt, halekokî behar, kartî newrozî 42, eme behare, cejnepîroze bo mamosta hejar, şîrekanim, dûbare bo mamosta hejar û peyamî newroz” behsa Newrozê kiriye. Herwisa wî helbestek taybet li ser Newrozê her bi navê “Newroz”ê heye.

 

Newroz di helbesta “Lezrîn le tirsî serma tirsî nema le serma” a Şêx Ehmedê Şakelî de

Şêx Ehmed (1980 – 1905) kurê Şêx Mihemedê kurê Şêx Seîd e û li gundê Şakel ê ser bi navçeya Germiyanê ji dayîk bûye. Li hucerayê li cem Mela Ehmedê Kelar û Mela Qadirê Sofî dest bi xwendina xwe kiriye. Paşê çûye Silêmaniyê û li cem Mela Mihyedîn xwendina xwe berdewam kiriye, û bi vî rengî hînê Erebî û Farsî bûye. Terîqeta Neqşîbendî wergirtiye û evîndarê Şêx Osmanê Duyem ê Biyare bûye. Şêx Ehmed Şakelî helbestvan û di warê siyasî de endamê Partiya “Hîwa” bûye. Herwiha parêzerê hemû gundên “Kerîm Begê Caf” jî bûye.

Lerzîn le tirsî serma tirsî nema le serma /  birkî edem leberma, bergî giranî serma

Be tîşkî tawdarî hetawî mangî newroz /  şika şikohî serma, bê dest û pawu serma

Çemen çe awdare popey çiya behare /  nizarî lalezare serma bebê eser ma

Şêx Ehmed jî wekî helbestvanên din ên Kurdistanê, di helbestên xwe yên dinê de behsa Newrozê kiriye, ku çend helbestên wî ev in: “Ey çiray şewqî cemalt şemî hucrey sînekem, ey sirwey nesîm wey kizey şemal, bo malî hemey welî û gulaley jînî min azîz bebê to taze nabêto”

Newroz di helbesta “Saqîname” a Fayeq Bêkes de

Fayeq Bêkas (1948 – 1905) ê kurê Ebdulah Begê kurê Kake Hemeyê kurê Îlyas Qoce ye. Malbata wî ji Qelaçuwalanê hatiye Silêmaniyê û di sala 1905an de li Sîtekê hatiye dinê. Fayeq Bêkas helbestvanekî nîştimanperwer û dijî biyanîperestî bûye. Di serdema xwe de, piştî Xanî û Hacî Qadir, yek ji alahilgirên nîştimanperwer bûye. Hêjayî behskirinê ye ku navbirî bavê helbestvanê mezin ê gelê Kurd, Mamoste Şêrko Bêkas e. Ev jî beşek ji Saqînameya Fayeq Bêkes e:

Saqî behare... saqî behare /  saqî birwane dinya behare

Zemîn serapa gul û gulzare /  çirîkey baz û nexmey hozare

Newroz peyda bû le girdî yare /  tê bike le çawî ew îşwedare

Kwa firsetêkî herwek emcare /  tê bike çi wextî twanc û are

 

Ev gotare dom heye…

KURDŞOP
102 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!