Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Evîn Teyfûr

 

Beşa yekem ya vê gotarê li vir bixwînin

 

Rexneya pedagojîk ji aliyê wêne û rengan ve li ser çîrokên zarokan

“Ji aliyê derûnasan ve tê gotin ku bandora rengan li ser rêbaz û hîsên mirovan çêdibe bi taybet li ser zarokan.” (Serê Şevê Çîrokek, Çîrok, Amadekar û wergêr: Selîm Temo ku bixwe ji 12 beşên pirtûkên çîrokan pêk tê û piraniya wêneyan Xefûr Huseyn xêz kiriye, Şaredariya Sûrê ya Diyarbekir.) Em dibînin rengên ku pê wêne çêdibin bandoreke mezin li ser çêkirina kesayetiya zarok dike. Ji ber vê yekê divê bi hîseke mezin û têrker reng werin hilbijartin, ji bo ku zarok şerker dernekeve û hîsên afirandinê pê re çêbibe. Weke nimûne em bala xwe bidin pirtûka “serê şevê çîrokek. Ji aliyê danîna wêneyan ve em rastî van kêmanî û şaştiyan tên. Di rûpelekê de em rastî wêneyekî tên ku “zarok ketiye û bav û dê jî wekî ku bi hawarê ve tên xuya ye.”(Serê Şevê Çîrokek, Selîm Temo, (r.65)  Lê ev dîmena resimkirî zêde xuya nabe û tevlihev e, mejiyê zarokan bin guhê hev dixe. Dema ku me ev pirtûka çîrokan da ber destên zarokên pêşdibistana (keskesora Alan ya Kobanê) Me ev çîrok û hinek çîrokên din ji 20 zarok û tevî mamosteyên Pêşdibistana Keskesora Alan pirsî, Kobanî, 2020.) û hemû wêne pêşkêşî wan kir û çîrok ji wan re xwend, piraniya zarokan ji wan wêneyan dûr ketin. Ji ber ku wêne tevlihev û nexuyayî ye. Nivîsên ku li ser wêneyan hatine vegotin, zêde hev du nedigirt û zarokan gelek pirs li ser nakokiyên di navbera wêne û nivîsa ku me ji wan re dixwend, dikirin. Di pirtûkê de hemû nivîs û wêne bi rengê reş û biçûk nuximiyayî ne. Her weha me fêm kir ku zarok zêdetirî nivîsan bala xwe didin wêneyan. Ji ber ku rûpelên çîrokan bi nivîsan tijî û dagirtî ne. Muhemed Mimerî di gotara xwe ya bi navê (Rexne li ser çîrokên zarokan) de weha tîne ziman: “Dibe ku her kes ji me wan wêneyên di çîroka 'Gur Yûsif nexwariye' dibînin ku ne reng û ne jî wêne tu wateyeke fêmkirinê ji bo zarokan nade. Dema nivîskar çîroka xwe diqedîne û dişîne weşanxaneyê, ev weşanxane jî dide wênevanekî, lê ev wênevan ku tiştekî li ser zanista zarokan nizane li gorî xwe nivîsê dixwîne û wêneyan lê bar dike. Ev jî dibe şaşitiyek ku zarok ji wan wêneyan bireve. Ji ber ku wênevan ev wêne ji derekê girtî ye ango nehatiye afirandin paşê wênevan hinekî guhertinan li ser çêdike û dibêje qediyaye, lewma tu girêdan di navbera nivîs û wêneyê de namîne.” (Mihemed Mimerî, Rexne li ser çîrokên zarokan, Malpera: Dunya Weten, 2010.)

Hîngê divê em vê pirsê bipirsin, gelo dema ku nivîskarê çîrokên zarokan çîrokekê dinivîsîne, dizane ku çi peyv û çi xeyal guncavî temenê zarokan e? Gelo wênevan dizane çi karakter û reng ji bo xêzkirina temenê zarokan pêwîst e? û dizane divê çîrokên zarokan bi çi şêwazî bin?

Dîsa em di çîrokên Serê Şevê Çîrokek, Selîm Temo de dibînin ku 31 çîrok di hundirê pirtûkekê de hatine komkirin, nivîs bi tîpên pir hûr û paragraf û rêzên xêzan bi hev re zeliqî ne ango pir nêzikî hev in. Gelo zarok wê çi ji vê çîrokê fêm bike? Gelo dikare bixwîne? Lê gava em didin dest zarokekê/î çawa lê dinêre, pirtûkê davêje.

Dîsa jî gava me ji zarokên Pêşdibistana (keskesora Alan a Kobanê) ji (Şahoz Elî, Mîrxaz Teyfûr, Şîrîn Dawid û çend zarokên din)( Pêşdibistana keskesora Alan, Kobanî, 2020) ku temenê wan ji 5 heta 10 salî ne, çîroka bi navê Mîro Paqijiyê dike ya Mem Bawer ji wan re xwend:

“Sîmoreyê got: Na, min diranên xwe firçe nedikirin.

Soro got: “Wê çaxê diranên te kurmî bûne.”(Mem Bawer, Mîro Paqijiyê dike, r.22.23, Hîva, 2014)

Em bala xwe bidin van hevokan, gava ku me ji zarokan re ev hevok tevî wêneyê xwendin, hemûyan ev pirs kirin. “Ka çima di wêneyî de diranên kurmîbûna Sîmoreyê nexuya ye?”

Her weha em bala xwe wêneyeke din ji heman çîrokê tevî wêneyê

“Çûn gulfiroş û ji sîmoreyê re qevda nêrgizan û dawiyê jî hinek gwîz standin. Û her çar heval rasterast bi aliyê mala sîmoreyê ve çûn” (Mem Bawer, Mîro Paqijiyê dike, (r.18.19), Hîva, 2014.)

Di vir de derbas dibe ku dê hevalên Sîmoreyê ji ber nexweşiya wî ya diranan jê re qevdek nêrgiz û hinek gwîz bistînin, wekî nivîs derbas dibe. Di vê wêneyê de tenê rengê gulan û hevalan xuya ye. Lewma dîsa zarok ji me pirsî: “Ka di wêneyî de gwîz tune ye?”

 

Ev gotar  dê berdewam be…

KURDŞOP
128 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 1em

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!