Evîn Teyfûr
Her çiqas wêneyê di pirtûkê de xweş û balkêş be jî, lê dîsa jî ji ber ku xeyalên zarokan fireh in, pirsên bêhejmar dikin.
Rexneya pedagojîk ji aliyê perwerdehiyê ve li ser çîrokên zarokan Hin caran di çîrokên zarokan de em rastî peyvine weha tên ku bandorê li ser mejiyê zarokan dike û dihêle ku fikreke xerab di mejiyê xwe de ava bikin. Bo nimûne em dikarin di vir de têbîniyên xwe li ser çîroka “Tîtî û pîrê, kal û Sêvê û Nîsko” bidin naskirin. Di çîroka Tîtî û Pîrê de hevokine derbas dibe ku di beşekî de, weha dibêje:
“Striyek da bi heft nanan
Heft nan dan bi heft beranan
Hetf beran dan bi bûkekê
Bûkek dan bi pîpikekê
Bî..bî..bîîîîî çerq û pîpik şkest”( Ji Çîrokeke gelêrî.)
Em bala xwe bidin vê hevoka ku dibêje “Bûkek dan bi pîpikekê”. Rast e ev çîrok bi awayekî di folklora me de bi serê salane di bîra me de maye. Lê di vir em lê dinêrin ku neheqiyek li jinê hatiye kirin û jin erzan maye. Heft beran bi dawatê tê xerckirin û pîpik jî ji bûkê re dimîne û pê re jî dişke. Di vir de gelo çendî jin di hişê zarokan de bê qîmet dimîne? An jî zarok dema ku mezin bibe wê fikreke çawa di serî wî/wê de were xêzkirin? Piştî ku zarok li vê çîrokê guhdar bike, gelo wê çawa li dê, xwîşk û keçên li hawirdora xwe binêre? Wê demê wê çawa tevbigere?
Di çîroka zarokan ya bi navê Nîsko de jî hevokek weha derbas dibe:
“Nîsko bi qasî ku nîskekê ji sola bavê xwe derdikeve û dare nên ji bavê xwe re dibe.”
Li cem bavê xwe dinêre ku bavê xwe bi zor û zehmetiyan bi çêlekê erdê xwe cot dike.
Lewma Nîsko ji bavê xwe re dibêje:
Bavo ez çawa bi te re cot bikim?
Bavê wî dibêje:
Van zarokên Nîsk kêfa diya xwe ya nîvçomayî kuştin. Ji acizbûna wê got:
”Ey xwedêêê kezeba we reş bike ku we kezeba min reş kir, ey hûn veliqitin”. Pê re jî bi fera sola xwe da şopa zarokên xwe û tev hev kuştin.”
Di hevkokine din jî weha derbas dibe:
“ Na kurê min wê çêlek bi ser te de rêx bike û tu yê bimrî. ”
Nîsko carek.. didu.. sisê.. bavê wî jê re got nere, nîsko guh neda bavê xwe û çû ber çêlekê, çêlekê jî bi ser de rêx kir û Nîsko mir.” (Ji Çîrokeke gelêrî.)
Di destpêka çîrokê de koma nîskan ku bi xwe zarok in û bi destê dêya xwe têne kuştin, di dawiyê de jî nîskek ango zarokek dimîne ew jî çêlek bi ser de rêx dike û dikuje. Em dibînin ku di vê çîrokê gellekî şidet tê bikaranîn. Wê demê zarok ê bi çi çavî li dayîk û ajalên li dora xwe binêre?
Di vê çîrokê de zarok wê fikreke çawa rakin? Gelo guncaw e ev çîrok ji zarokan re were gotin? Gelo wê wekî trawmayê bi zarokan re çênebe? Di çîroka bi navê (kal û sêvê) de jî. “Rojekê kal keça xwe binçav dike û dibe şkeftekê û bixwe re dibêje: 'Ger ku Sêveke meran hebe çima xelk jê bixwe, ezê bixwim'. Ji ber vê yekê wê dixwaze û pê re dizewice û heft zarokan jê tîne.” Dema ku ev çîrok jî gava ku ji zarokan re were xwendin, wê trawmeke çawa li ser derûniya zarokan were çêkirin? Bo nimûne dîsa me ji dusê keçan pirsî ku di nava wan de ez bixwe jî yek ji wan bûm. Tiştekî wisa çêdike ku mirov ji bavê xwe nefret bike û jê bireve.
Encam:
Xwendinên zanistî û derûnî vê yekê teqez dikin ku çîrok berhemek herî girînge ji bo avakirina kasayetiya zarok. Ji bo sazkirina fikir, bawerî û meyla, zarok e. Çîrok; ji zarokan re dibe alîkar ku xeyalên xwe bi xwe zêdetir çêbike û dewlemend bike û hewl bide ku pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike. Her em tê derdixin gava ku malbat an mamoste ji zarokan re çîrokên guncav ji temenên wan re neyên xwendin dibe ku ew çîrok bibe sedema hilweşîna kesayeta zarok. Lewma jî divê li gorî derûnasan heta ku zarok mezin dibe xwediyê zarokan ji wan re çîrokan li gorî temenê wan ji wan re hilbijêrin û bixwînin. Her weha em jê fêm dikin ku divê çîroknivîsên zarokan xwe bispêrin hîmekî pedagojîk, divê ku di navbera wêne û çîrokan de girêdaneke jêneveger hebe û zanibe ku divê çi peyv, çi fikir û çi wêne ji bo zarokan bêne danîn. Ji ber ku zarok herî pir bala xwe li ser wêneyê ye, divê wênexêz bala sedî sed li ser kîjan reng ji bo fikir, hest û xeyalên zarokan guncavtire bi kar bîne.
Çavkanî:
Mem Bawer, Dîroka Wêjeya Zarokan, Morî.
Mem Bawer, Çîrok, Mîro Paqijiyê dike, 2014, Hîva.
Mem Bawer, Edebiyeta Zarokan a cîhanê, Morî.
Mem Bawer, Girîngiya wêjeya Zarokan.
Selîm Temo, Serê Şevê Çîrokek, 12 beş, Şarederiya Sûrê ya Diyarbekir
Muhemed Memerî, Rexne li ser çîrokên zarokan, 2010, Dunya El weten. https://pulpit.alwatanvoice.com/articles/2010/04/04/194284.htm l
Ji çîrokên gelêrî yên bi navê (Kal û Sêvê, Tîtî û Pîrê Nîsko, Gîzerê).
Adar Jiyan, Kêvroşka Jêhatî, 2016, Sîtav.
Rûken Çaliştiran, Welatê Moriyan, 2014, Hîva.
Newaf Mîro, Hitokê û Papûşko,2017, Morî.