Kurmanciya Ermenistanê – Beşa 1em

Têngîz Siyabendî

 

Nasandina devokê û deverê bi kurtî

Êzdiyên ku niha li Ermenistanê de dijîn hema mirov dikare bêje ji sedî sed ziryeta êzdiyên Serhedê ne. Ji serdema bûyerên sedsala 19an û 20an bi taybetî ji serdema şerê Osmanî-Rûsan (1877-1878), Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) û herwiha ji serdema komkujiya Ermeniyan (1915) jî ku di gel wan gelek êzdî jî canê xwe ji dest dan, hejmareke mezin a êzidiyan ber bi Ermenistanê hatin. Ji ber vê yekê jî kurmanciya Qefqasê û kurmanciya Serhedê dişibînin hevûdu. Kurmancîaxivên Sovyeta berê ya Ermenistanê devoka xwe ya devkî ne tenê ji tunebûnê parastin, lê herwiha kurmanciyeke pêşketî û standard jî bidest xistin.

Rewşa devokê

Civaka me ya Kafkasyayê bi taybetî li Ermenistanê hema mirov dikare bêje ji sedî sed kurmancîaxêv in. Sedsala 20an ji bo gelê me bidestxistineke nû di gel xwe anî. Bi alîkarî û piştgiriya dûgela Ermenistanê ewana bûn xwedî alfabeyê. Kîjan jî bû sedema pêşxistina zimanê zikmakî û herwiha parastina dîrok, çîrok, zargotin, stran, destan, wêje û hwd. Piştî afirandina alfabeyê gelek dibistan hatin vekirin, pirtûk hatin çapkirin û rojname bi zimanê dayikê hate weşandin. Di komcivîneke giştî de ku di sala 1934an de li Ermenistanê pêk hat, zaravayê kurmancî wek zimanekî standard ji bo kurdên Kafkasyayê tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî dibêjin Kurmanciya Kafkasyayê.

Niha û di dîrokê de çi ziman an zaravayan tesîr li devokê kiriye?

Hemû gelên cîranên hev ji ber sedemên cihê, ji aliyê zimên ve jî bandor li hev kirine û peyv dane hev û ji hev stendine. Çawa ku bandora zimanê Ermen, Faris, Tirk û Ereban li ser kurmanciyê hebûye wisa jî bandora kurmancî li ser wan hebûye. Dema Sovyetê de bandora rûsî û herwiha ermenî jî li ser kurmanciyê hebûye. Ev yek di pirtûkên ku wê demê de hatine weşandinê baş xuya dibe.

Taybetmendiyên din yên dengnasiyê

Di kurmanciya Qafqazûsê de 38 tîp hene û ji wan 29 tîp dengdar in, 9 jî dengdêr in. Ji bilî van 38 tîpan çend tîpên din jî di nav hin peyvan de tên bihîstinê.

Va ye ew tîp in:

A’ – A’rif, a’ciz…

E’ – e’rebe, e’wir, E’lî…

Î’ – Î’sa…

O’ – O’rîn…

U’ – u’lm…

I’ – i’ntîn…

X’ – ax’a, box’e, bax’, dax’…

Pifdarî

Bêpif (nerm) – ç, k, p, r, t

Bipif (req) – ç’, k’, p’, r’, t’

Ç – Ç’ (çar, ç’are)

K – K’ (ker, k’er)P – P’ (pîr, p’îr)

R – R’ (mar, mer’)

T – T’ (tu, t’u)

Cînav | Cînavên kesî yên xwerû

Ez                                  Em

Tu (ti)                           Hûn

Ew                                 Ew/Ewana

Cînavên kesî yên çemandî/tewandî

Min (Mi)                        Me

Te                                   We

Wî/Wê                          Wan/Wana

Cînavê veger «xwe» wek «xa» tê xwendin

Wek din jî W bi piranî ji komdengê XW dikeve:

Ez dixazim.                   Em dixazin

Tu dixazî.                      Hûn dixazin

Ew dixaze.                    Ewana dixazin

Li kurmanciya Rewanê de cînavê hevber «hev» (hevdu) e.

Em hev (hevdu) nas dikin.

 

Alfabeya «Şems» ya Lazo (1921)

 

Taybetmendiyên din yên cînavan

Carna di helbest û stranan de di pêşiya cînavka «ez»-ê tîpa «w» jî tê bikaranîn.

Wez

Berhevdana rengdêran

Ji bo berhevdana forma komparatîv paşgira ”-tir” tê bikaranîn.

mezintir, baştir

Herwiha «diha mezin, zehf (gelek) baş»

Ji bo forma sûperlatîv paşgira ”-tirîn”  tê bikaranîn

mezintirîn, baştirîn

Herwiha ”herî mezin, yê/a mezin” jî tên bikaranîn. 

Herwiha rengdêra ”lapî mezin, pir mezin” jî tên bikaranîn.

Hoker

Hokerên giştî aha tên gotin:

çanî (çawanî), kengê, çiqas/çend

aha (ha), usa (bi wî awayî), haqas, ewqas, vî, han,

duhu (rojek berî îro), duhunapêr (du roj berî îro), betirpêr (sê roj berî îro)

îro, sivê (rojek pêştî îro) , dusive (du roj piştî îro),

sive, roj, êvar (şev),

îsal, par (sala berî îsal), pêrar (du sal berî niha), betirpêrar (sê sal berî îro)

vira (vê derê), wira (wê derê), hemû ciya

erê/belê, na/na xêr, belkî, diqewime

Li Ermenistanê cûreyên silavkirinê:

Siva xêr (spêde, beyanî baş)

Roj xêr (roj baş)

Êvar xêr (Şev baş)

Daçek | Pêşdaçekên devokê ev in:

“pê, bona (sava), ij (ji), li, di, nav, ber, ser, devokê de aha tên gotin

Bo nimûne:

Pê kêrê

Bona (sava) min

Ij (ji) te

Nav wan de (di nav wan de)

Ew çû ser avê

Ew çû ber pêz…

Latînî ya E. Şemo û Î. Marogûlov (1929)

 

Paşdaçekên bingehîn bi awayê «da, ra, va» tên bikaranîn.

Li Ermenistanê ew berê bi hev navdêra beriya xwe ve dihatin nivîsîn:

Mal-da (li malê, di malê de)

Mera (ji me re, bo me)

Jorva (jor ve, ber bi jor)

Komdaçeka komîtatîv ”pêra” ye. “Li gel, di gel” nayên bikaranîn.

 

Ev gotar vê berdewam be…

 

KURDŞOP
835 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!