Zeynelabidin Zinar
Beşa çarem a vê gotarê li vir bixwînin
Roja 21ê Nisana 2016an, li navçeya Qeremursela Izmitê, li kontûra Ehmed Taştan ê ji gundê Hesenevdalê, min hevpeyvîneke dirêj li ser Komkujiya Geliyê Zîlanê bi rêzdar Ehmedî re çêkir. Piştre jî ji bo wergirtina agahdariyên zêdetir, min têkelî bi hin kesên ji herêma Geliyê Zîlanê re jî danî. Ehmed Taştan, dîdevanê duyem ê Komkujiya Geliyê Zîlanê ye ku wî jî bi dehan caran derbarê wê komkujiyê ji devê xezûrê xwe bihîstiye. Xezûrê wî Hecî Mihê kurê Mîro û biraziyê Qulixan Axa bûye.
Hecî Mihê
Ehmed Taştan, dîdevanê duyem ê Komkujiya Geliyê Zîlanê, xwe weha daye naskirin: ”Ez Ehmed Taştan, ji herêma Geliyê Zîlanê navçeya Erdîşa Wanê, gundê Hesenevdalê me. Sala 1953, sê meh piştî mirina bavê xwe ez li Hesenevdalê hatime dinyayê. Em ji bavê xwe sê kur û keçek çêbûne. Ji kuran ez yê herî dawî me. Lê belê dayika me li sala 1999 çûye ber dilovaniya Xwedê. Bavê min Şukrî kurê Mele Ûsiv e, M. Ûsiv kurê Biro ye, Bro kurê Baro ye, Baro kurê Huseyn e, Huseyn kurê Mele Ubêdê kurê Heman e. Dayika min bi eslê xwe ji Kurdistana Rojhilatê ji Eşîra Celaliyan, ji malbata Xalid Axa bûye. Bavikê me hêj li Cizîrê dest bi meletiyê kirine, ji ber hindê di nêv malbata Hemûyê de, ji me re dibêjin Mala Mele. Herweha ji malbata me re ”Malbata Qulîxanê Heso” jî tê gotin. Lê ji eslê me yê kevn re Mala Hemoyan tê gotin.
Ehmed Taştan
”Sedemê hatina malbata me ji Cizîrê ev bûye: Rûdanek di navbera malbata me û Mîrên Botanê de qewimiye, malbat cîhêl bûye û ji Cizîrê çûye Rojhilata Kurdistanê. Lê demekurtek şûnde şahtiya Îranê jî ew koçberê Geliyê Zîlanê kirine û çûne li gundê Hesenevdalê bi cih bûne. Zarûktiya min li gundê Hesenevdalê derbas bûye û heta ku temenê min gehaye 32-33 salan jî, ez her li wirê bûme. Dewletê herêma Geliyê Zîlanê hetanî sala 1953an jî li Kurdan qedexe kiribû û çu kes nikaribû here wê herêmê û lê bigere. Lê piştî rakirina qedexetiyê, di wê salê de dewletê dibistan jî li gundê me (Hesenevdal) avakir. Min jî dest bi xwendina dibistana tirkî kir, hetanî 1960î dibistan kuta kir. Ji ber ku kalikê min mele bû, dersa Quranê jî dida min û min bi dibistana tirkî re xwendina Quranê jî qedand. Li herêma me, çi dibe bila bibe her kes pêşî zarûkên xwe dide xwendina Quranê, bi hindikî divê ew zarok Quranê bixwînin û kuta bikin. Li Hesenevdalê Medreseya Kurdî jî hebû, seydayê me Mele Kerem merivekî zana û zîrek bû, ders dida feqiyan û piraniya zarokên gund li ba wî dixwendin. Lê mixabin min xwendina xwe kuta nekir, ne medrese û ne jî xwendina tirkî. Sedemê yekemîn jî, desttengiya aborî bû. Sala 1999an dema erdhejeke giran li herêma Mermerê çêbû, herêm serobin bûbû. Em jî ji Hesenevdalê bi xûta kar hatin virê û ji xwe re şixulîn. Herwisa em li navçeya Karamurselê bi cih bûn û li virê man û man.”
Rêzdar Ehmedê pêzanê Komkujiya Geliyê Zîlanê, bavê 8 zarok û bapîrê 17 neviyan e. Em ji bo wî temenekî dirêj dixwazin û saxî û selametî ji wî, ji zarû û neviyên wî re dixwazin.
Beşek ji pirtûka ”Deh Komkujiyên li Sê Geliyên Zîlanê”, Zeynelabidin Zinar, kurdiya kurmancî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2023, rûpel 158, ISBN 978 91 87787 06 5
Ev gotare vê bidome...