Komkujiyên li Geliyên Zîlanê – Beşa 4em

Zeynelabidin Zinar

 

Beşa sêyem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Destpêka komkujiya zîlanê

Li gorî gotina dîdevanên Komkujiya Kurdên li Herêma Geliyên Zîlanê, destpêka Komkujiyan hêj sala 1924an çêbûye. Birrek leşkerên Dewleta Tirkiyê avêtiye ser mala Kor Huseyn Paşayê Heyderî (1861-1929) û 14 kurên wî kuştine.

Huseyn Paşa bavê 16 kuran bûye. Leşkerên Komara Tirkiyê pir zêde çûne ser Huseyn Paşayî û 14 kur û gelek pismamên wî kuştine. Lê kurê wî Nadir Beg û Memê Beg ji kuştinê xilas bûne.

Piştre herdu bira çûne Çiyayê Agiriyê û têkelî bi Kurdan re danîne, haziriya şerekî li pêşber Komara Tirkiyê kirine. Nadir Beg û Memê Beg bi alîkariya Seyî Resûl çûne Geliyê Zîlanê û wan bi rêxistin kirine. Demekurtek şûnde Nadir Begê avêtiye ser barîgeha Cendirmeyên ”Çagirbe Karakolu”yê û çend cendirme kuştine.

Huseyn Paşayê Heyderî

 

Dem 15ê meha Temûzê bûye. Leşkerekî pir zêde yê dewletê çûye herêma Geliyê Zîlanê û gelek gundî kuştine, piştre jî xaniyên wan şewitandine. Lê Bekir Begê kurê Qulîxan Axa, Şukrî Axa û Reşikê Misto bi deh şervanan ve, ji eynî malbatê bûne ji herêma Geliyê Zîlanê çûne, piştî sê salan hêj vegeriyane.

 

Deh komkujî

Çendî ku hatiye zanîn wek Komkujiya Geliyê Zîlanê, lê belê di lêkolîna min a çend salan de derket holê ku gelek komkujî li pir cihên cuda yên herêma Geliyên Zîlanê çêbûne. Komkujiyên herî balkêş û bi girseyî, li van deh cihên li jêrê li Kurdan hatine kirin:

1- Komkujiya yekemîn: Li Ada (girav) Xeybê!

2- Komkujiya duyemîn: Li Geliyê Xaniyan!

3- Komkujiya sêyemîn: Li Newala Fedê!

4- Komkujiya çaremîn: Li Newala Beboyê!

5- Komkujiya pêncemîn: Li Newala Kuştiyan!

6- Komkujiya şeşemîn: Li Geliyê Eşîran!

7- Petrax

8- Hesenevdal

9- Herêma Mulkê

10- Çaqir Beg

wêne:   Êriş û tehedeya hêzên Tirk liser gel

 

Herweha bi dehan komkujî li gelek gundan jî çêbûne, lê kes pê nehisiyaye, piştî gelek salên dirêj pê hesiyane. Komkujiyên ku hatine zanîn jî, ji ber ku ew gund boş bûne û nişteciyên wan li gelek cihan belavbûyî bûne, komkujiya wan zû hatiye bihîztin. Lê hin gundên piçûk xasma yên li bilindciyan ku hebûne, tenê yek jî ji wan sax nemaye…

 

Beşek ji pirtûka ”Deh Komkujiyên li Sê Geliyên Zîlanê”, Zeynelabidin Zinar, kurdiya kurmancî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2023,  rûpel 158, ISBN 978 91 87787 06 5

 

Ev gotare vê bidome...

 

KURDŞOP
313 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!