Zeynelabidin Zinar
Beşa heştem a vê gotarê li vir bixwînin
Kuştina Zarokên Şîrmij | Şkefta Birîndaran
Mihêyê dîdevanê Komkujiya Geliyê Zîlanê, weha gotiye zavayê xwe Ehmedê Hesenevdalê:
“Em hem li termên kuştiyan dinêrîn, hem jî li wan sê eskerên siwar dinêrîn. Me dît ku zarokekî piçûk di nava kuştiyan de rabûye ser lingan û digere, ew zarok çû ser termê diya xwe. Me dît ku pêsîra wê vekir û devê xwe xist pêsîrê û lê mijiya. Me jî hêvî dikir ku esker wî zarokî nebînin, em ê piştre herin wî xilas bikin. Lê ha ku me dît, eskerek rast çû ser termê diya wî zarokê û peyabû. Me xwe bi xwe got: Mala Xwedê ava! Ew esker dê wî zarokî bibe û xilas bike. Lê me dît ku eskerê bêbav bi singoya tivinga xwe li wî zarokî jî xist û carek, du car bi singoyê xwe re bilind kir, li erdê xist û danî ser singa diya wî. Piştre dîsa ew esker li hespê xwe siwar bû û digel herduyên dî, ji wirê çûn.”
Ehmedî weha li axaftina xezûrê xwe doman:
”Piştî çûna wan sê eskerên siwarî, em jî ji nava daran derketin û çûn nava terman. Me sê-çar kesên ku hêj sax bûn jî dîtin û me ew hanîn, birin û em çûn jora gundê Hesenevdalê û li wirê man.”
Şkefta Birîndaran
Mihêyê dîdevanê Komkujiya Geliyê Zîlanê, li axatina xwe domandiye û weha gotiye Ehmedê zavayê xwe:
”Em li wirê hetanî derengiya şevê man, êdî me pêjna kesên bi rih hilneda. Li bilindahiya nêzê çemê Geliyê Zîlanê, şikeftokek heye jê re dibêjin Sarî Taş. Li ber devê wê, kemeke Şîlanê heye û valahiya devê wê tev vegirtiye. Em her heft kes çûn ketin wê şikeftokê û tê de hêwirîn. Lê bi me re ne nan hebû, ne av û ne jî tiştekî xwarinê hebû. Tenê di berîka hevalê me Ûsivê Mamo de, xîçirek kevirê xwê mabû. Ew kevir, carê li dev û zimanê pêz dixistin da li pey wî werin, me jî ji birçîna zimanê xwe li wî kevirî dixist da em nemirin. Me di wê şikeftokê de birînên hevalên xwe yên birîndar, bi belgê giyayê derman kirin. Ha wisa em tê de heftiyekê man. Me bala xwe dayê ku wisa bê nan û av çênabe. Du hevalên me çûn gundê Hesenevdalê ku hinek xwarin ji me re bînin. Lê dema hevalên me gehane gund, bala xwe dabûnê ku xaniyên gund tev hatine şewitandin. Tu nabêjî, piştî ku ew gundî tev hatine kuştin, îcar esker vegeriyane nava gundan û gundên herêmê tev şewitandine.
Hevalên me dema li nava gund geriyane, dîtine ku kîlera mala Ehmedê Ubeyd nehatiye şewitandin. Li nava kîlerê niherîne, tê de penîrê şor dîtine. Ew cûre penîr, ji bo xiranebe, gelek şor tê çêkirin. Çend girêk penîr ji nava şoravê derxistine û anîne. Lê pirî ku şor bû, nedihate xwarin. Îcar me bi şev her carê pariyekî dixist nêv ava çem heta sibehê dima, piştre me dianî û li hev parve dikir, her yek ji me piçekê dixwar. Birîndarên me jî êdî ber bi başiyê ve diçûn. Piştre em ji şikeftê derketin û her yekê me bi hêlekê ve çû”.
Hevdîtina Birîndaran
Piştî ew qas Komkujiyên ku li Geliyên Zîlanê, ji aliyê leşkerên dewleta Tirkiyê ve hatine kirin, yekeyek birîndarên ku filitîbûn, çûbûn xwe li herêmên çiya di nava şkeft, rêl, daristan û kort û mesîlan de veşartine. Demekê şûnde hin bi hin êdî ew derdiketin derva û her kes çûye li kesên xwe
geriyaye. Birîndaran dema hevûdu dîtine, her çend kes gehane hevûdu û wek birr, her yekê bi aliyê herêmeke welêt ve heribîye û çûne.
Li gorî gotina dîdevanê komkijiyê, Bekir Begê kurê Qulîxan Axa, Şukrî Axa û Reşikê Misto û heft kesên dî ku ji eynî malbatê bûn, gehane hevûdu û ji herêma Geliyê Zîlanê derneketine, lê wek ”Mehkûmê Dewletê” heta ku sê salên wan qediyaye jî, li gundê Qulîxan Axa mane û bi şevan li herêmê geriyane.
Lê piştî sê salan, ew deh Kurd ji gundê Qulîxan Axa derketin û çûne gundekî Xamûra Agiriyê. Lê demkurtek şûnde hinekan giliyê wan kiriye û rojekê ha ku dîtine, leşker dor li wan girtiye. Çek ji bo berxwedanê jî bi wan re nebûne, lê bi bêgavî teslîmê leşkeran bûne û bi peyatî berê wan dane girtîgeha Edenê…
Ev gotarê dom heye…