Tevgera çandî ya Kurd di sedsala bîstem de – beşa 2yem

Çiya Ezîzî

 

Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Pêwîst e bê gotin ku tevahiya van rojname û kovarane bi şêwazê Kurdiya Navîn (Soranî) dihatine weşandin. Asoya edebî ya Kurdî li jêr ronahiya pêwendiya bi wêjeya welatên Rojavayî û Erebî re zêdetir hate berfirehkirin. Destpêkê rewşenbîran û nîvîskarên Kurd hejmarek zêde ji berhemên zanistî û edebî û rêwîngnameyên xwe ji zimanên Erebî û Îngilîzî ve bi Kurdî wergêran dikirin. Gotarên ku taybet bi Kurd û Kurdistanê di nivîsên geştyarên Îngilîzî û Ewropî û kovarên Erebî de dihatine weşandin, wan wergêranê ser Kurdî dikirin û hin lêkoleran jî dema xwe bo belavkirina rêzmana zimanê çandî û folklorî yê Kurdî derbas dikirin 1, û meyleke zêde bi dîrok, erdnîgarî, edebiyat û helbesta Kurdî nîşan dan. Xuya ye ku rêzkirina navê sedan nivîskarên Kurd di derveyê bazneya vê gotarê de ye.

Wêneya hejmara duyem a rojnameya Dengî Kurd

 

Her çende ku tê bibîrxistin ku çapemenî û weşanxaneyan heta sala 1958an gotarên edebî, dîrokî, helbest û çîrok pêşkêşî xwendevanên xwe dikirin, lê bi hişyarî ve behsa mijarên rojê dikirin û mijarên neteweyî û neteweperestî tenê di şiklê helbest û efsaneyên derbasbûyî de dihatine pêşkêşkirin; Lê piştî Tebaxa 1958an, dema ku Kurdan ji azadiya gotinê behremend bûn, yekser daxwaza nasyonalîzmê kirin û piştî kodetaya Tîrmeha 1959an, nivîskarên Kurd di helbest û nivîsandinê de cejna serkeftina Komara Demokratîk a Kurd û Ereban pîroz kirin û ev ustûreya “birayetiya Kurd û Ereb” hemû demê wek bingeha Iraqê naskirî bû û yekîneyeke perwerde û fêrkirina zanistî bi mebesta avakirina dibistan û zanîngehên Kurdî hate avakirin û hevdem lîjneyeke şeş kesî ji bo amadekirina pirtûkên taybet bi dîrok, erdnîgarî û wêjeya Kurdî bi zimanêm Erebî û Kurdî hatine destnîşankirin û piştî wê yekê, zimanê Kurdî di bernameya beşa Erebî ya Iraqê de cih girt û di warê çandî û îdarî de hin daxwazên Kurdan hatine cîbicîkirin, lê di destpêka sala 1961ê de rewş hate guhertin.

Wêneyeke kevn ji rojnameya “Hîwa”

 

Tevgera Çandî ya Kurd li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê

Tevgera çandî ya Kurdî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê rewşeke xemgîn hebûye; Çimkî sîyaseta Tirkan a neguherî ji rêya bi Tirkzanîna Kurd re (di Tirkiyê de ji Kurdan re Tirkên çiyayî dibêjin) dibe ku yek ji encamên serkuta Kurdan di bin vê hejariya çandî de bê dîtin. Tevî wê yekê jî, ji ber bê xeberî û nezanîna rayedarên Tirk, çanda Kurdî ji geşebûn û belavbûna xwe ranewesta. Pirtûkên Kurdî bi dizî dihatine firotin û li gor rojnameya Tirkî ya “Yanî Stenbol”ê di 6ê Mijdara 1960an de pirtûkên Kurdî yên ku li Başûrê Kurdistan û Iraqê dihatine çapkirin, bi dizî ve derbasî Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dibûn û li kêleka mizgeftan dihatine firotin.

Wêneyeke kevn ji alaya Kurdistanê li sala 1930an di rojnameyeke Tirkî de

Di Îlona 1995an de nûnerên Kurdan, bi piştgiriya hejmareke zêde ji rewşenbîran, daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kirin ku rojnameyan bi zimanê Kurdî çap û belav bikin; Lê belê daxwaza wan ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve hate redkirin. Piştî mehekê, tevî qedexekirinê, bijarteyek ji helbesta Kurdî li Amedê hat çapkirin û her zû belavkerê wê hate darizandin. 12 parêzer ji bo parêzgarî ji belavker ​​xwebexşane amadebûna xwe ragihandin û dosiye li wir qediya. Lewma di dawiyê de em dikarin pêşbîniya pirsên siyasî yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bikin.

Wêneyê hejmara 217 a rojnameya Walat

 

Tevgera Çandî ya Kurd li Rojhilatê Kurdistan û Îranê

Divê îtiraf bi wê yekê bê kirin ku pêgeha çandî û çapemenî ya Kurd li Rojhilatê Kurdistan û Îranê gelek bi geşe nebûye; Çimkî hikûmetan hertim siyaseta wekhevkirina Kurd û Fars berçav girtine. Tevî wê yekê jî, desthilatdarên Îranê bi piştgirêdan bi mercên serdem di 6ê Gulana 1959an de mohleta weşandina rojnameyeke edebî û zaniyarî ya bi navê Kurdistan li Tehranê weşandin û bi derketina hejmara yekem a rojnameyê re, rojnameyê dest bi wergêrandina gotaran bo Farsî kir. Rojnameya Kurdistan bi zaravayê herêmî yê Sineyî û bi elfabeya Farsî derdiket û hejmarên wê heta qasekî sînordar bûn û li navçeyên Kurdistanî nedihatine firotin. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, ji bilî kursiyek bi zimanê Kurdî li zanîngeha Tehranê 2, heta ku damezrandina beşa Ziman û Wêjeyî ya Kurdî li zanîngeha Kurdistanê li Sinê di çend salên borî de, ti dibistanek seretayî û navendî bi zimanê Kurdî nebûye û her bi wê sedemê jî, çalakiyên çandî û edebî di nav Kurd de gelek berfireh nebibû û tenê li serdema Komara Kurdistanê li Mehabadê di sala 1946an de, çalakiyên çandî û wêjeyî di zimanê Kurdî de pêşketinek baş bi xwe ve dît. Di heyama yazdeh meh temenê Komara Kurdistanê de zêdetirî 100 hejmarên rojnameya Kurdistan û herwisa kovarek bi navê Kurdistan, kovarek taybet bi navê “Girûgalî Mindalan” û kovarek din bi navê “Helale” dihate weşandin. Helbest û çîrokên Kurdî pêş ketin û helbestvanên wek Hejar, Hêmin, Heqîqî, Xalemîn, Seyîd Kamîl, Etrî Gilolanî, Hêdî û nivîskarên wek Ebdulrehman Zebîhî û Hesen Qizilcî di rojnameyên Komara Kurdistanê de gotar weşandine. Di warê dîrokê de li wê demê em dikarin behsa pirtûka “Mêjûy Kurd û Kurdistan” ji nivîsa “Şêx Mihemed Ayetulah Merdox Kurdistanî” bikin 34.

Wêneyê hejmara deh ya rojnameya Kurdistanê – Komara Kurdistanê

 

Çavkanî:

1. Geew Mukriani.Dictionaric arabe_ kurde de 15000 mots.

2. cahier N I.Note sur lalphet Kurdc.

3. le problème kurde - joyce blau.

4. CF.R.P.Thomas Bios. Op cit PP212_213. CF egalemnt C.J.R.A.C.S. 1954.

KURDŞOP
219 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!