Tevgera çandî ya Kurd di sedsala bîstem de – beşa yekem

Çiya Ezîzî

 

Di destpêka sedsala 20em de, heft rojname û kovarên Kurdî hebûn ku çar ji wan li Stenbolê û yên dinê li Qahîre û Bexdayê hatine weşandin. Bi xwîndina qonaxên tevgera çandî ya Kurd di sedsala bîstem de, tê dîtin ku piştî şerê cîhanî yê yekem, navendên çanda Kurdî li Başûrê Kurdistan û Iraqê, bi taybetî li Bexda û Silêmaniyê cihê xwe diguherin. Her çend lêkolîna tevaw a vê guherinkariyên nemumkin xuya bike, em neçar in cureyên wan bi şêwazên ciyawaz li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, li Rojhilatê Kurdistanê û li Îran û Rûsyayê, bixin ber lêkolîn û xwendinê.

Defterî Kurdewarî

Tevgera Çandî ya Kurd di Rojavayê Kurdistan û Sûriyê de

Tevgera Çandî ya Kurd li Rojavayê Kurdistan û Sûriyayê piştî bûyerên sala 1390ê girîngiya xwe ya rastîn werdigire.

Mîr Celadet Bedirxan

Ev bûyerane pêk hatibûn ji qahîmkirin û bihêzkirina hesta netewî ya Kurd ji rêya zîndîkirina ziman û vejandina wêjeyê. Avakerên vê tevgera rewşenbîrî birayên Bedirxanî bi taybetî Mîr Celadet (1893- 1951) û Mîr Kamran Alî bûn. ¹

Mîr Kamran Alî Bedirxan

Sitûnên vê tevgerê kovara “Hawar”ê bû ku bi zimanên Kurdî û Feransî dihate weşandin û hejmara yekem di 15ê Gulana 1932an de weşand û heta sala 1935an berdewam kir û ji sala 1941ê heta 1943an pêncî û heft hejmarên wê hatine weşandin û paşkoyek bi navê Ronakî hebû.

Yekemîn pêngava girîng a damezrînerê kovara Hawarê ew bû ku elfabeya Kurdî bi tîpên latînî birêxistin kirin û weşandin û afirînerên vê elfabeyê ji kesên beriya xwe îlham wergirtin ku elfabeya Tirkî bo latînî guherandin. Wan karîn bi vê elfabeyê yekgirtiya Kurmancî biparêzin. Ji bo gihîştin bi vê armancê, nivîskaran hemû kelûpelên polên xwe amade kirin û rêzek belavok û têbînî belav kirin ku ev armance bi dest xistin² û desthilatdarên Feransî, bi awayekî sedema geşestandina tevgera çandî ya Kurdî li Sûriye û Lubnanê dabîn kirin.

Kovara Hawar

Li dora kovara Hawar û damezrînera wê, komek nivîskar û helbestvanên ciwan kom bûn, ku hinek ji wan xwediyê behreyeke ne asayî bûn û em dikarin di nav wan de îşare bi “Mistefa Ehmedê Benî ku bi çîrokên xwe navdar e, Qedrî Xan yê helbestvanê ciwan, Osman Sebrî û Mela Ehmedê Heyderan bikin. Helbet ji wan yê herî navdar Şêx Mûsa Husên ê bi nasnavê “Cegerxwîn” e ku yekem helbesta xwe di sala 1945an de çap kiriye.

Dîwana Cegerxwîn tijî ye ji helbestên neteweperestî û palderê Kurdan e bo rûbirûbûn bi hejarî û nezanînê re. Vî helbestvanê berhema xwe ya duyemîn di sala 1945an de bi navê “Şorş û Azadî” çap kir û li ser rêziman û dîroka Kurdî şerefnameyek helbestî li pey xwe bi cih hêşt.

Cegerxwîn

 

Tevgera çandî ya Kurd di Başûrê Kurdistan û Iraqê de

Piştî bi dawîhatina aloziyên salên 1919-1920, tevgera çandî ya Kurdî li Başûrê Kurdistan û Iraqê bi awayekî berçav berfireh bû û rewşenbîrên ku li Stenbolê ji ber zextên rojane yên sîstema desthilatdarî ya welatê xwe li wir dijiyan, vegeriyane Başûrê Kurdistan û Iraqê û Komeleya Rewşenbîrî ya Kurdiya Başûrê Kurdistanê bihêztir kirin û du navendên mezin ên zanistî û wêjeyî li Silêmanî û Bexdayê ava kirin.

Rojnameya Hîwa

Rojnameyên Pêşkeftin (1922-1919), Bangî Kurdistan, Rojî Kurdistan, Bangî Heq, Jiyan û Zanist li Silêmaniyê derdixistin.³ Pêwîst e bê gotin ku rojnameya Rojaneyek ku zêdetirî 30 sal belav dibû, destpêkê bi navê Jiyanewe û paşê bi navê Jiyan û di dawiyê de bi navê Zîn derket.

Rojnameya Ronahî

Li Bexdayê jî rewşenbîran, despêkê rojnameya Diyarî Kurdistan û paşê Gelawêj di sala 1939 heta 1945an de belav kirin, piştre hin rojnameyên dinê yên bi navên “Dengî Gîtî Taze û Nizar” belav kirin ku bo heyameke zêde berdewam bû. Paşê rojnameya “Dengê Kurdistan”ê ya desteye xwendekaran hate belavkirin û paşê bi “Xebat” a organa Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) navê wê hate guherîn û heta sala 1996an hate weşandin û di heman rojan de ji aliyê hikûmeta ceneral Qasim ve dest bi ser de hate girtin.

Paşê rojnameyên “Hîwa, Rizgarî û Ronahî” bi şêweyê mehane û du hefte carekê derdiketin. Paşê rojnama “Azadî”, organa Partiya Komonîst a Iraqê ya şaxa Kurdistanê li Rewandizê derdiket û di sala 1936an de rojnameyên “Zarî Kurdmancî” li Hewlêrê û “Rastî” li Mûsilê hatine weşandin. 5.

Rojanmeya Gelawêj

Ev gotare dom heye…

Çavkanî:

1- Kamran Alî Bedirxan, Qurana pîroz û herwisa heftsed gotinên Pêxember û şîretên H. Silêman (1947- 1949) û Încîla Yuhêna û Încîla Yûfay bi Kurdî û herwisa metelokên Kurdî li sala 1937an bi Feransî û Almanî wergêran kiriye û li sala 1953an rêzmana zimanê Kurdî ku ji çavkaniyên sereke yên Ewropiyan bû, li dibistana “El-Sune Şerqî Parîs” çap kiriye.

2.cahier N I.Note sur lalphet Kurdc.

3.CF.R.P.Thomas Bios. Op cit PP212_213. CF egalemnt C.J.R.A.C.S. 1954.

4.Geew Mukriani.Dictionaric arabe_ kurde de 15000 mots

5. le problème kurde - joyce blau

KURDŞOP
369 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!