Kembera Erebî û Berxwedana Cimoyê EL Hemik

Diyar Hemî

 

Li hebmber kembera Erebî bigîştî bê navber berxweda, bi astengkirina pergala sosyalîst ya cihanî hate tewanbarkirin, gelek caran ji aliyê hêzên ewlehiyê de hate girtin û îşkencekirin.

Cimoyê EL Hemik ji rojhilatê Bajarê Kobaniyê ji gundê Axbêş e, Cimo kesayeteke Kurde ku qebûl nekir dev ji erdê xwe berde, ku 400 şimil erdê wî hebûn û rêjîma besê ya Sûriyayê xwest li eraban belav bike û di vir de çîroka berxwedana Cimo li hember zordarî, qirkirin û tunekirina Kurdan dest pê kir.

Di sala 1963an de hikûmeta Sûriyayê biryar da ku tevahî erdên Kurdan ji dest wan bistînin û li ereban belav bikin, ew jî di bin navê "şoreşa 8`ê azarê" de ya di nav pirojeya kembera erebî de, ku ferz dike Kurdan ji navçeyên wan koçber bike û erd û zeviyên wan desteser bike.

Cimo biryar qebûl nekir ku dev ji erdê xwe berde û li hember dewleta Sûrî û beşên wê yê ewlehê sekinî, di dirêjiya çar salan de nehîşt ku erebên rûnştvan paçeyekî jî ji erdê wî cot bikin, ku agir li wan vedikir û bi qurşînan li direktorên wan yê çandiniyê dida, bi şev dengên bi tirs derdixistin û kûçik berdidan wan. Hêzên ewlehî çareserî nedîtin ji ber vê alîkariya artêşê xwestin ku wan jî hêzeke leşgerî bi taybet ji bo we desesrkirin erdên Cimo şandin, ji ber ku gundê Cimo jî li ber sînorê Turkiyayê ye ew riviya aliyê din yê sînor ku merî û xizimên wî li wir hebûn û ji wî alî bi qurşînan li wan dida, ji ber ku leşgerên Sûriyayê nikarin qurşînan ber bi sînor ve bavêjin, her wiha Cimo mayîn ji ber sînor ji erdê derdistin û dianîn di nav zeviyên xwe de diçandin ji bo ku rûnştvanên ereb neçînin.

Cimo her gav di riva xwe ya ji hêzên dewletê de bi sernaket, ku gelek caran hat girtin û carekê ew li pişt erebeyeke leşgerî girêdan û kaşkirin, ew di zindana Dêrezorê de hat îşkencekirin û hefteyekê dilgirtî (ji ser hişê xwe çû) ma, piştre di dadgehê de li pêş dadwerê leşkerî (dadwera herî bi tirs li Sûriyayê) û ji dawdwera got: "heta ku ez sax bim ez dev ji erdê xwe bernadim û tu dikarî min bidarvakî", wê demê di bin tewanbarkirina astengkirina pergala sosyalîst ya cîhanî de hate hukimkirin, demekê di zindanê de ma û çaxa ku derket genimê rûştvanan di erdê wî de çandî di dema ku ew di zînadê de bû hemî şewîtand.

Cimo hin kurên apê wî navên xwe li ser navê wî hebûn, ku gelek caran ji ber wî ve xwe radestî dewletê dikirin da ku hukmê zindankirina wî pêk bînin, ji bo ku Cimo ji pilana xwe ya pûçkirina hewldanên destesrkirina dagirkirina erdên xwe re boş bibe.

Di dawiyê de ew erebên rûnştvan riviyan û nikaribûn salekê jî mûsimekê ji erdê wî rakin û malbatên xwe li wir bi cih bikin, Cimo piştra bi riya parêzerekî ji bajarê Efrînê yê bi navê "Şewket Ne`san" karîbû hemî erdên xwe vegerîne û li ser navê xwe û zarok û hevjîna xwe tapî (tomar) kirin.

Cimo bi hêza karibû dirêjbûna kembera erebî ber bi Kobaniyê ve bisekîne û ew pirojeya qirkirinê di sînorê erdên xwe de bibire.

Çîroka Cimo çîroka her Kurdekî ku çavên xwe li dinyayê vekirî ye, ji zilim û zor û desteserkirina azadiyê û qedexekirina axaftin û fêrbûna bi zimanê dayikê, her tim dagirkerên Kurdistanê xwestine Kurdan tune bikin û bê zanist bihêlin, da ku çavên wan li mafê wan venebe bi her awayî hovîtî li ser wan meşandine, lê ka heta çi astê Kurd divê wek Cimo li hember dagirkeriyê berxwedanê nîşan bide da ku serkeftinê bi dest bixe.

Cimoyê EL Hemik li Kobaniyê gelek navdare û her kes çîroka berxwedan û mêraniya wî dinasê, çavkaniya min jî ji hevdîtina bi del re ye.

KURDŞOP
128 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!