Modernîzasiyona Riza Xanê Pehlewî û bertekên li Rojhilatê Kurdistanê- beşa 2em

 Dr. Azad Mukrî

 

Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Ew axaftinên ku hatine behskirin, axaftinên Riza Xan bûn di serdemekê de ku mijûlê birêvebirina planên hevcilkirina hemû xelkê Îranê ye ku di kombûna bazirganên Îranê de gotiye û di pirtûka “Dewletên Serdema Meşrûte” ya nivîsîna “Zerxamê Birucênî” de hatiye. Ewa ku di rohnkariya dîrokî û siyasî ya wan gotinan de derdikevin ev e ku Riza Xan bi rohnî xwastiye xelkê ne Fars ên Îranê û bo mînak xelkê Kurd, tûşê asmîlasiyona kultûrî û zimanî bike. Di warê siyasî de hemû hêza siyasî di navend û nav siyasiyên navendxwaz de kom bûye û helbet gelempera wan jî di xizmeta daxwazên serberedayî yên Riza Xan de bûn. Lê di heman demê de jî, wî dixwest ku xelkê di warê çandî de jî wek yek bike. Di warê ziman de, wî hewl daye ku zimanên din ên ne Farsî jî di nav de yê Kurdî jî bihelîne. Her lewma ew siyasete bi dijayetiya tev eşîre, netew û zimanên cuda ên Îranê re rû bi rû bûye û komek nerazîbûn li Xorasanê û di nav Ereban de û heta di nav Lor, Kurd û Tirkan de hatiye destpêkirin û xurtirîn dijayetiya wê siyaseta kultûrî jî, serhildana Mela Xelîl li Mukriyanê bûye.

Plana xelkê Mukriyanê bo dijberiya siyaseta Riza Xan bo guhertina cilûberg: (Şoreşa Mela Xelîl)

Xwenîşandanên xelkê wê navçeyê bo wê ku bi zorê cilûbergên wan neyêne guherîn bi çend awayan hatiye holê. Xelkê xwe ji hatinûçûnê bo bajaran diparast da ku nekevine destê berpirsên rejîmê; Yan bi dana bertîl û kirîna berpirsên dewletê bo heyamek demkî jî bûbe xwe ji destê zordarî û cilên hatî sepandin bi ser wan de derbas dikirin yan jî li ser lixwekirina cilûbergên netewî yên xwe dihatine girtin û dixistine girtîgehan û dihatine cerîmekirin. Tenê komek gelek kêm kevtibûne di bin wê zilmê de. Ew jî beşek zêde yan di demûdezgehên rejîmê de wek fermanber û mamoste kar kirine yan di navenda bajaran de bûne û derfeta xweveşartinê nebûne.

Weke ku di nameyekê de tê xuya, serokerkanê Îranê dinivîse; Li Mukriyanê şikur kesayetiyekî girîng wekî “Ehmedî Turcanîzade” bi daxwaza xwe cilûbergên nû lixwe kiriye, ew jî lewma girîng e ji ber ku ew zanayekî olî ye û bandorê li ser xelkê dike. Ev mijare jî nîşan dide ku hikûmeta navendî ji bo cîbicîkirina vê plana berfireh çiqasî bêçare û bi tenê maye û çawa li Kurdistanê bi pirsgirêkeke mezin a siyasî û civakî re rû bi rû bûye.

Wê demê piraniya Îranê û Kurdistanê di bin desthilatdariya eşîran de bûne. Lewma komkirina hêzên eşîrî yek ji rêyên rûbirûbûna hikûmeta navendî bûye. Her lewma meseleya hereketkirina hêza tayfe û eşîre yek ji rêyên rûbirûbûna li dijî hikûmeta navendî bûye. Bo wê mijara hestiyar jî, eşîreyên navçeya Mukriyanê, bajarê Sabilax û derdora vî bajarî û heta digihîje navçeya Miravê ya Serdeştê, dest bi xwenîşandanê kirine.

Yek ji rêberên olî yên wê deverê bi navê “Mela Xelîlê Goremerî” yan “Mela Xelîlê Mîravê”, li dijî biryara Riza Xan fitwaya cîhadî daye. Bi vî awayî rêberên eşîra Menguran digel birêveçûna vêdebirina cilên netewî liber xelkê Kurd, li dijî kumên pehlewî û rakirina hicaba Îslamî xelk yekgirtî kirin û serî hildan.

Mela Xelîl

 

Gelek çavkaniyên dîrokî yên wê demê, wekî “Îrana di navbera du şoreşan de” a “Yariwand Abrahamiyan”, behsa bandorên vê şoreşê dikin. Her ew serdeme, raspartî û fermandên hêzên leşkerî yên Riza Şah di navçeyê de û hakimê Azerbaycanê, hemûyan li ser serhildana Mela Xelîl gotar nivîsîne û şêwirmendiya nivîsan wê yekê nîşan dide ku xwedê raspardiyên dewletê jî, di birêvebirna wê siyasetê de dilsar bûne û li ser wê bawerê bûne ku birêveneçûna wê siyasetê li navçeyên Kurdistanê di berjewendiya dewletê de nîne. Çimkî dizanîn xelk bi şêweyeke yekparçeyî li dijî wê bendê ji çaksaziya Riza Şah dijayetî kirine. Her wek wê serdemê fermandeyê leşkerê Îranê ji bo Riza Xan dinivîse: “Xelkê wê navçeyê bi serokayetiya Mela Xelîl ku serokê Manguran e, li hember hêzên dewletê derdikeve û li ser wê bawerê ne, ew biryare li dijî neteweya wan e û hêjayî behskirinê ye ku wê yekê jî bi bîr bînin ku ew derketin û dijayetiye tenê derketin û dijayetiya Mengur û heta mamosteyên olî nîne, belkî ewa ku em dibînin ew e ku ew derketin û dijayetiye tev navçeyên Kurdnişîn li xwe digire.

Bi vî rengî Riza Xan hewl dida destpêkê ji rêya danûstandinê ve Mela Xelîl razî bike. Lê Mela Xelîl razî nebû û hêzên Riza Şah bi tundî êrîşê ser leşkerê Mela Xelîl dikin û ji ber ku leşkerên Mela Xelîl cebilxaneyeke gelek kêm hebûn û di warî çekdarî de alavên wan yên destpêkî bûn, li hember ertêş, balafir û helîkopterên rejîmê xweragir nabin û ji sînor derbas dibin. Her ev çîroke di pirtûka “Çêştê Micêwir” a “Mamoste Hejar” de hatiye behskirin. Wekî nivîsiye, di serdema zarotiya wî de bûye ku dengê teqîn û gelek tiştên dinê guhdarî kiriye. Ji bavê xwe bihîstiye ku hêzên Mela Xelîl ku bi hikûmeta navendî re şer dikin û hêvîdar e ku ew bikarine hêzên navendî û di hember wê hikûmeta hov û daplosîner de rastî şikestê neyên.

Piştî ku ertêşa Îranê êrîşî ser serhildana şoreşgera Mela Xelîl kir, Mela Xelîl û hêzên wî sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirin. Lê Riza Xan fam kir ku ew şoreşe dê berdewam bike, çimkî ew li hember du îradeyên xelkê Kurd rawesta bû. Yekem; Beşek ji xelkê Kurd ku xelkek pêbendê bingeha mezhebî bûn bi berdewamî dijayetiya wan dikir. Duyem; Beşeke zêde ji xelkê Kurd ku xelkek netewî bûn û çendîn şoreşên mezin ên netewî li Rojhilatê Kurdistanê dîtibûn û tê de beşdar bûn. Wan jî dîsan bi tundî bi hêzên Riza Xan re dijayetî kirin û Riza Xan dizanî carek dinê nerazîbûna netewî li dijî dagîrkariyên wî ser hildide. Lewma ew dema ku Mela Xelîl jî bi hêzên xwe re li Başûrê Kurdistanê bûye, dîsan hewl dide pêwendiyê pê re çê bike û bi vî rengî hêzên Mela Xelîl û hêzên rejîmê negihine yek û bi hev re şer nekin û li gorî rêkkevtinnameyekê vegerine Îranê. Di wê lihevhatinê de du alî li ser wê yekê razî bibûn ku Riza Xan û dewleta navendî razî bûye ku serokeşîrên Menguran ku hatine girtin, azad bike. Hin ji ew xelkên ku hatine girtin bêne berdan. Heta qaseke zêde azadiya lixwekirina cilûberg hebe û Mela Xelîl û hêzên wî jî di vegerînê de bêne parastin û kes destdirêjiyê neke ser wan.

Bi vî rengî Mela Xelîl vedigere Rojhilatê  Kurdistanê  û heta temenê 75 saliyê her di Îranê de jiyanê dike û li Kurdistanê jî dawî bi temenê wî tê.

Ger ku Mela Xelîl Goremerî di vê qonaxa jiyana xwe de û di vê beşa dîroka Kurd de kesayetekî hêja, mêrxas û netirs bûye û li ser daxwazên netewa xwe serhildan kiriye, lê mixabin di serdema Heme Riza Xanê Pehlewî de tê xapandin û dijayetiya xwast û hêviyên netewa Kurd û “Pêşewa Qazî Mihemed” dike û heta name jî li dijî Pêşewa wajo kiriye. Lê gengeşekirina vê behsê gotarek dinê ye û di vîr de nayê guncandin.

KURDŞOP
752 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!