Beşa duyem a vî gotarê li vir bixwînin
Ew behsa wan mêr û jinên din jî vedibêje ku evîndarê hevdu bûne û kevneşopiyên civakî nehiştine ku bigihine yek. Yan olê yan jî hizbê pêşiya wan girtine.
Ew jiyana jinên dinê jî behs dike ku pozê wan hatiye jêkirin. Ew jiyana jinên ku bi yasayên narewa ketine tengasiyê vedibêje, an jî ew dixwaze bi wateya xwe serê "sindoqa Pandora" ya vekiriya civakê bi rastî nîşanî xwîneran bide. Wate beşek ji nivîsandina Rafîq di vê pirtûkê de ew e ku behsa wê dem û serdemê bike ku serê "sindoqa Pandora"yê vebû û xirabî hatine belavkirin.
Diyar e ji wê rêyê ve, ew ne tenê ji penahbirin bo çîrokên efsaneyî, dîrok, bo raya giştî ya feylesofên wekî Eresto Eflatûn û gelek feylesofên dinê ku navê wan tîne, xwe naparêze, belkî gotin û nivîsên gelek siyasetmedar û bîrendên dinê jî, ji bo piştrastkirina gotarên xwe wek mînak tîne û bi wan hemûyan re beha xwe dewlemend dike. Ku wisa ye ew li ser vegotina bîranînên roj bi roj yên demên jiyana takekesiya xwe tekeziyê nake. Belkî vegotina bîranînên xwe kiriye hincetek bo wê ku beşek ji kevneşopiyên civakî yên veşartî, kevneşopiyên siyasî yên veşartî û nebaş û kevneşopiyên çandî yên veşartî nîqaş bike û ji wê rêyê ve hin beşên girîng ên felsefî, ustûreyî û dîrokî jî bîne bîra me.
Di wê beşê de ji bilî ku behsa veşartiyên civakê û belavbûna van veşartiyan di nava civakê de dike, çîroka Sindoqa Pandorayê jî ku ji efsaneyan wergirtiye ji bo xwîneran vedibêje. Lê gaveke din a wêrek a nivîskar ew e ku kevneşopiyên civakî yên narewa û rewşa jinan di çarçoveya van kevneşopiyan de ji çend aliyan ve vebêje û tenê bi civaka zordar a Rojhilata Navîn û Kurdistanê ve girê nade, belkî ew li ser wê bawerê ye ku ew kevneşopiyane bandora xwe liser partiyan jî kirine, Herçiqas damezraweyek modern be jî.
Li gorî nerîna Refîq Sabir, di vê erdnîgariyê de partî berdewamkerê civakê ye. Nivîskar di vê pirtûkê de li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, çend cudahiyan di navbera hizra hizbî û eşîrî de li wê serdemê nabîne. Lewma heta partiyên çep û pêşkeftinxwaz jî gelek şaşiyên xwe yên kevneşopî û çandî dubare kirine û berevanî ji astengiyên civakî bo hin bîr û kiryarên kirine ku pir nedemokratîk û nemirovî ne jî. Ew çend mînakên bûyeran vedibêje ku nîşan didin hizb çiqasî bi wan şaşitiyan re girêdayî bûne ku azadiya civakî ber bi jinavçûnê ve birine. Nivîskar behsa wê yekê jî dike ku hizban jî ew şaşiyên ku civakê di derbarê têkiliyên jin û mêran de dikin û ew şaşiyên ku civakê di derbarê nêrînên olî de kirine, dubare kirine.
Hizban û serokên hizban ku çep û bi gotineke din bêtir xwedî raman in, heman çand û qadên çandî dubare dikin ku kesên eşîreyî kirine. Tişta ku balkêş e ev e ku nivîskar bi wêrekî mînakên van di partiya xwe, Partiya Şûî ya Iraqê de destnîşan dike û nîşan dide ku çawa partiyekê ku pêbendê yasayên olî nîne, lê ji çarçoveya yasayên kultûrî nikare derbas be û bi berdewamî mijûlê wan e û careke din berhemanîna kultûr û kevneşopiya şaş û çewta civakî ye.
Ewa ku di vê beşê de dibêje, êş û ziyaneke giştî ya hemû welatên Misilman e ku têkiliya di navbera Misilman û nemisilmanan de bi awayekî taybet û di çarçoveya şerîetê de formule dike. Di vê beşê de em ê bixwînin ku Partiya Şûî ya Iraqê çawa pêşî ji zewac û gihîştina Misilman û Yarsan, Misilman û Xirîstiyanan û hwd digire û bi vî rengî her bi nerîna wî di wan beşên ku tê de behs dike, hizb di civaka me de, berdewamkerê kevneşopiyên civakî ye. Eva jî di halekê de ye ku diviyabû hizb bibe pêşeng û afirînerê bîr û hizir, bingeh û dezgehên nûjen û berpirsiyarê civakê li stû be, ne ku bibe lasayîkerê wê beşê ji bîra civakê ku li dijî jinê û li dijî azadiyê ye.
Bi giştî ev heman beş in ku di pirtûka bîranînên helbestvanê mezin ê Kurd Refîq Sabir de perde li ser wan hatine vêdebirin û behskirin. Di beşên dinê de ez ê hewl bidim ku her yek ji van nîqaşan bi berfirehî û li gorî belgeyên pirtûka Refîq Sabir behs bikim.
Herwiha em ê li gorî serdemên cuda yên ku tê de helbest hatine nivîsandin, hin helbestên Refîq Sabir di beşa dinê de nîqaş bikin. Sedema wê jî ku çima Rafîq Sabir bi wan hemû şiyanên xwe ve pirtûkên xwe yên di warê helbesta Kurdî de dereng çap kirine û wekî bi xwe besh dike bîst û çend sal beriya wê ku pirtûkên wî li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Navenda Seydiyan ve hatine belavkirin paşê li Başûrê Kurdistanê berhemên wî têne belavkirin û niha jî heyameke zêde ye bêdengiyek ecêb li hember berhemên wî helbestvanê heye. Em ê wê beşê jî her behs bikin û di dawiyê de li gor belgeyên edebî yên ku helbestvan bi xwe pêşkêş kirine, em ê behsa rol û helwesta wî ya edebî li cîhana îroyîn û derveyî sînorên Kurdistanê bikin.