Xalên girîng ên pirtûka “Di Pesna Jiyanê De” - Ezmûnên Refîq Sabir – Beşa 2yem

Rola Refîq Sabir li rohnkirin û vegotina kevneşopiyên serdest û adetiyên civaka Kurdî ya nîveya duyemîn a sedsala bîstan.

Nivîskar pirtûka xwe di yanizdeh beşan de vegotiye. Tişta ku ez li ser vê pirtûkê dinivîsim, darêtinek cuda ji darêtina nivîskar bi xwe ye. Ez ê hewl bidim di vê gotarê de van mijaran bînime ziman; Destpêkê, Refîq Sabir wekî helbestvan çawa di vê pirtûkê de derdikeve. Wate axo kesek e her bîranînan vedibêje, yan jî ezmûnên xwe yên nivîsandina helbestî tîne ziman. Paşê ez ê bibêjim ku derketina Refîq Sabir di vî warî de gelek serkeftî ye. Di pirtûka xwe de li kuderê behsa helbestê dike, weke helbestvanekî xwedî ezmûn, behsa helbest, zimanê helbestê, forma helbestê, ezmûna xwe û ezmûna helbestvanên din ên Kurd dike û di dawiyê de behsa ezmûnên helbesta cîhanî û bandorên li ser helbesta Kurdî û nûbûna wê jî tîne ziman.

Mijara duyem ewa ye ku ew helbestvane wek kesayetiyek siyasî çi ezmûnek di wê pirtûkê de xistiye ber behsê. Dîtingeh û cîhanbîniya wî ya siyasî çawa ye?

Eşkere ye ku piştî behskirina pirtûkê û bidestxistina belgeyan, bo me derdikeve ku Refîq Sabir di zarokatiya xwe de tevlî Komeleya Dibistaniyan bûye û dest bi karê rêkxistinê kiriye. Beriya qedandina dibistanê, carekê tê girtin û dixine girtîgehê. Ew dibe endamê Partiya Şûî ya Iraqê û bi dehan salan di nav partiyê de beşdariya gelek postan û pileyan kiriye. Di gelek konferans û hilkeftan de rol lêstiye, li gelek welatan nûnertiya beşek ji karên Partiya Şûî kiriye û bi giştî çalakvanekî siyasî bûye.

Mijara sêyem ku li cem me girîng e ew e ku wî wek welatiyek asayî diyardeyên civakî û kultûrî yên di nav Kurdewarî de çawa dîtiye?

Her nivîskar, helbestvan û siyasetmedarek, beriya ku ew wesfane hebin, ji ber ku di nava civakê de dijî, wekî welatiyekî jî li diyardeyan dinêre. Pêwîst e em bizanin ku nivîskarê pirtûka “Di Pesna Jiyanê De”, axo civak ji pencereya edebiyat û siyasetê ve dîtiye, an jî wekî welatiyekî ji nava bûyeran derdikeve û ji me re behsa civakê û diyardeyên baş û xerab dike. Refîq Sabir her di destpêka pirtûka xwe de dûr ji siyaset û hunerê û wekî endamek civakê bi behskirina diyarde, resm û adetên kultûrî û civakî yên neyînî dest pê dike û di gelek şûnên pirtûkê de dubare îşare bi wan dike.

Mijara çarem ew e ku Refîq Sabir wek kesekî diyasporanişîn çawa cîhan, siyaset û wêjeyê dinêre?

Jiyana diyaspora ji bo her mirovekî komek derfet û kêmasiyan tîne. Nivîskarê pirtûkê ji her du mijaran bêpar nebûye û bi hûrî derfet û xisarên diyasporanişîniyê li welatên wek Efxanistan, Bulxaristan, Sûriye, Gurcistan, Swêd û hwd vegotiye û behsa wan bûyer, xisar û derfetan kiriye ku her yek ji van welatan bo wî û jiyana wî wek mirovek û wek siyasetmedar û helbestvanekê hebûye.

Mijarek dinê ya girîng ku ezmûna Refîq Sabir wek helbestvanekî cîhanî çî ye? Ew helbestvane pêka vegotin û rohnkariyên xwe di bîranînên xwe de çi destkeftek bo xwe wek helbestvan, afirîner û bo ziman û wêjeya Kurdî di asta cîhanê de hebûye?

Gelempera van behsane lewma girîng in, çimkî em dixwazin perdeyê li ser bîranîn û jiyan û berhema kesekê vêde bibin ku hem bi xwe wek helbestvanekî afirîner behsa berhema xwe dike û hem berdengên wêjeya Kurdî, wî wek sitûneke helbesta modern a Kurdî dizanin û hem jî wekî ji wergêrana karên wî bo ser zimanên dinê derdikeve ku nivîser û helbestvanên bîhanî wî bi kesekî bi şiyan û helbestvanekî astbilin ê cîhanî dizanin.

Refîq Sabir di vê pirtûkê de gelek bi pisporane li şûna vegotineke xetî ji bûyerên jiyana xwe, hewl daye dabeşkirineke watedar bo vegotina bûyeran pêşkêş bike. Ew despêkê di beşekê de bi navê “Çirîkeyek Le Nîwe Şewda” vegotineke çîrokî pêşkêşî xwendevanan dike. Destpêka pirtûkê destpêka romanê ye. Ji wesfa keşeke çîrokî ve dest pê dike. Ew xwîner dibe naverasta bûyerekê ku ew bûyere zêdetir di çîrok û romanan de tê wesfkirin, ne li vegotina jiyana takekesî ya kesekê ku mijûl e biyografiya xwe dinivîse.

Pirtûk wiha tê destpêkirin: “Şeveke Payîzê li navîna salên şêstan, wekî şevên gundan elekterîk qut bibû. Ji nişkê ve bi hawara jinekê ku aramiya şevê hejand, em şiyar bûn. Dayîka min beriya hemûyan di nav cihê xwe de rabû û ber bi derbasgehê ve çû. Ez jî li pey wê çûme derê. Dengê giryana jinekê û hawar û nîskenîska zarok û denge deng di kolanê de dihat. Dayîka min got: Ewa ji dengê Ayşê diçe. Dibe ku ew bêçareye di vê nîve şevê de çi hatibe serê wê? Dayîka min fanûsa xwe hilgirt ku bi nîve diterisî. Em ber bi deriyê hevşê ve çûn ku deh metran ji derbasgehê dûr bû. Ji derve denge deng dihat. Dema ku em çûne derê, çend cîranek beriya me gihabûne kolanê û hêdî hêdî zêde dibûn. Hin ji wan fanûs bi destê wan bû. Ayşê bi rûniştinê ve herdu pêyên xwe dirêj kiribûn. Bi curekê şîn dikir ku hinavên mirov dihatine hejandin. Bi şîn û hawarê ve bi herdu destan li xwe dixist û por û rûyê xwe radikêşa. Dema ku em jê nêzîk bûn, serê xwe hemû tiraşîbû. Min di ber xwe de got: Jineke din serê xwe tiraşî.”

Destpêkirina pirtûkekê ku li serê hatiye nivîsîn ezmûna nivîskarekê bi vegotina çîroka xwe ji jiyan û bûyerên kesekî din ve, kareke balkêş û di heman demê de nû ye. Lê nivîskar pilan heye bo wê ku bo çîroka jiyan xwe bi bûyera jiyana kesek dinê ve, wate bi bûyerekê ku di jiayan Yay Ayşê de rû daye dest pê dike.

Ew bûyere bûyereke asayî nîne. Bûyerek e ku nivîskar beriya niha dîtiye. Çimkî dinivîse jineke din serê xwe tiraşî. Wate nivîskar di vê beşa bîranînên xwe de hewl dide bi şêwazekî kevneşopiyên nerewa yên civakî re rû bi rû bibe û wan bibêje û wan bide naskirin ku jinên Kurd û Rojhilata Navîn bi giştî tê de gîr kirine pê ve dinalin. Refîq Sabir ji xeynî behskirina wan bê hûrmetî û sivikatiyan ku bi Yay Eyşê hatine kirin, dike bi hêncetekê bo wê ku beşeke zêde ji resm û kevneşopiyên narewa yên civakî li bajarekî piçûk wekî “Qela Diz”ê ku şûnwarê wî ye behs bike û b vî rengî rewaş jinên Kurd û bi giştî jinên Rojhilata Navîn di beşeke jiyana xwe de, ku vedigere aliyê kêm bo 50 sal beriya niha, bi xwîner û berdengê xwe re rabigehîne. Wate vegotina jiyana Yay Ayşê derfetek e bo wê ku jiyana tal a gelek jinên dinê jî behs bike ku bûne desteçîleya agirê kevneşopiyên şaş ên civakê. Îcar carê wisa heye ku ew kevneşopiyane eşîreyî ne. Carê wisa heye olî ne û carê wisa jî heye ku hizbî ne.

KURDŞOP
535 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!