Ferhenga devoka Mukriyan Ansîklopediyekî Çandî ye – Beşa Duyem

Bi temaşekirina her yek ji wan beşan, tevî zanyariyên giştî ku xwendevan bidest dixe, awayê rast ê çêkirina hevokan, bikarbirina gotinan, curên hevokan û meselê di zimanê Kurdî de fêr dibin û awayê cîbicîkirina wan di nav nivîsê de jî dixwînin.

 

Ji bo xwendina  beşa yekem a vê mijarê

Heta niha gelek kesan derbarê folklore de nerîna xwe anîne ziman û wisa hizir kirine ku zanisteke ku temenê wê kême. Lê komkirina keresteyan gelek zehmet û hin caran jî wisa ye ku destê te nagîje çi tiştekî û wenda ye. Ji ber ku ew xezîne tenê di mejiyê wan kesên ku nexwendine û kesên gundî û gelemperî de ne tên bidestxistin û ew jî girêdayî hewl û xebata çîna xwendevan a civakê ye.  Ji ber ku eger di komkirina vê xezîneyê de xesarî were kirin, metirsî heye ku beşek were jibîrkirin, yan bi mirina kesên bi temen û xwedan temen ku folklorê dizanin ew zanîn jî biçe bin axê de. Li vir ez dikarim bêjim ku (Payaniyanî) folklornasekî xwedî ezmûn bû û li gor kelûpelên li ber destê xwe û naveroka ferhenga zarekî ya mukriyan di dîtina folklorzanan de şareza bû ji her yek ji wan ew beşa ku xwestiye wergirtiye ku kesên behremend têde şareza bûne. Her beşek ji ferhenga zarekî ya Mukriyanê xwedî giringî û taybetmendiya xwe ye ku li vi re em bi pêwîst nizanin dane dane behsa her yek ji wan beşa bikin. Lê ez dikarim bêjim ku piraniya "Medxelan" weke medxelên serbixwe yên Encyclopedia çanda giştî were temaşe kirin. Heta hin zanyariyên ku li hin medxelan de heye li gor zanyariyên di Encyclopediyayên giştî de hene dewlemendtir in.

"Ziman xeletêne,"Metel","Mesel"  û "Pend" bandoreke gelek mezintir û berfireh ji xwedevan û wergirên bi temen ên wêpirtûkê hene. Ev çend beş dikarin tevî pisporan û lêkolînvanên "Hizirkirina Gelan" bo hizirkirin derbarê xelkê asayî yê Kurd û civaknasiya xelkê asayî yê Kurd baş û biker bin. Her weha çar beşên wê gelek baş in bo wan kesên kar li ser edebiyata zarokan dikin heta ku ew jî bikarin para xwe ji vê coxîna bi berhem werbigrin.

Di nava beşên zarokan de hin qalib hene ku hem dibe sedem ku mejî û zîhnê zarok kûr û berfireh bibe û hem weke pêşbazî û hevrikiyekê de di navbera zarok û hevalên wî/wê de çêdike. Wan metel, Mamik û Mesel (serbor) û zimanxeletêne enerjiyeke baş hene. Nivîskarên edebiyata zarokan an jî rahênerên zarokan li dibistanan, dikarin bi bijartina zanyariyên her yek ji wan beşan, berhemeke baş û bi sûd bo rahênana zimanî ya zarokan, rahênana mejiyê zarokan, peywendiya zarokên niha li gel çanda berê ya gelê wan û serkeftinê di nava zarokên din de bo wan amade bikin, her ji ber wê ew beşên Ferhenga Zarekî ya Mukriyanê ji beşên herî bi nirx ên wê pirtûkê ne.

L: Lihevkirina hevokê û

M: Pêkhateya ku ji bingeh (Çawig) hatiye wergirtin

N: Murekeb –Lihevkirî

S: Mesel

I: Derman

Bo wan çend beşan 8 rûpel kereste û zanyarî hatine komkirin, li vir behsa karê gotin û ziman tê rojevê, zanyariyên wan 8 rûpelan ji 22 çavkaniyên girêdayî folklorê hatine wergirtin. Wate hem çavkaniyên nivîskî yên weke "Thfeya Muzeferiye ya Oskarman" Romana Mîrza Fetahê Emîrî, Awêne Şikaw a Hêdî, Gêle Piyaw a Ezîz Nesîn ku ji aliyê Ebdula Hesenzade hatiye wergerandin, Qefta Gul û Qeftika Nêrgiz a Hêmin û hem jî nivîsa zarekî ya weke beyta "Nasir û malmal" beyta "Las û Xezal" beyta "Leşkirî" serbora "Resûl Nadirî" û …hwd hatiye wergirtin.

Bi temaşekirina her yek ji wan beşan, tevî zanyariyên giştî ku xwendevan bidest dixe, awayê rast ê çêkirina hevokan, bikarbirina gotinan, curên hevokan û meselê di zimanê Kurdî de fêr dibin û awayê cîbicîkirina wan di nav nivîsê de jî dixwînin. Ji aliyê din şewbek ku pêsîra piraniya medyayên Kurdî girtiye, diyardeya xwe vedizîne ji zimanê resen û sûdwergirtine ji zimanê wergêranê bo nivîsandina nivîsên ku dahênan têde be. Mebest ji zimanê wergêran ew zimane ku hemû gotin Kurdî ne lê ji hevokên Farsî, Erebî û Îngilîzî hatine wergerandin û wateya wan a Kurdî an şaşe yan eger wateya wê jî hebe kême û nivîşkan e.

Beşa herî zêde ya vê pirsgirêkê jî ji ber nebûna zanyariyane li ser edeba zarekî û zimanê xelkê asayî yê gelê Kurd. Haydarnebûn ji gotin û zaravên zimanê axavtinê, wate dûrketine ji awayê hizirkirin, axaftin û şêwiriya vî xelkê ku ew nivîs bo wan tê nivîsîn.

Ev dûrkeftin hem di astê cura hizirkirin û têgihêştinê û hem di asta ristesaziyê û pêkhateya ziman de tê dîtin ku piştre weke sedema sereke ya peywendiyan rola xwe dibîne. Bo fêrbûna vî zimanî û wate mijarên girêdayî bi zimanê xelkê asayî tenê rêyek li pêşiya nivîskar û medyakaran heye, ev jî vegeriyane bo çavkaniya wî zimanî ye ku xelk û ev çavkaniyên nivîskî ne ku ew saziya zimanî tomar kirine.

Ji ber ku weke (Darmsitter) rojhilatnasê navdar dibêje, gotinên xelkê asayî coxîneke gotin û bêjeyan li xwe digre ku di pirtûka nivîskarên kevin de jî nine. Ev gotin û bêje li ser zar û zimanê xelkê asayî ne, lê dibe ku ew derfet û peywendî ne ji bo xwendekar û lêkolînvanên wî ware bidestxistin û ne bikarin li benda wê yekê bin ku her nivîskar, edîb û medyakarek bo fêrbûna wî zimanî û sûdwergirtin ji wan, çantê xwe bavêje ser pişta xwe û li pey jiyana xelkê asayî de bigere. Lê desteyek ji nivîska, çi berê û çi niha di nava karên xwe de hewl dane ku vê xezîneyê kom bikin û pêwîste ev berhem weke çavkanî bêne bikaranîn.

Ferhenga zarekî ya Mukriyanê di demeke hestiyar de hatiye rêkxistin û cild cild tê weşandin. Di rewşekê de ku zimanê Kurdî ji aliyê medya giştî bi taybet li Başûrê Kurdistanê ber bi aliyeke nediyar û metirsîdar tê birin û nasnameya Kurdî dê ber bi lawaziyê biçe eger nivîsîna Kurdî her weke niha berdewam be.

Ev ferheng 53 salan piştî ferhenga zarekî ya Farisî, ku ji aliyê Cemalzade hate belavkirin, kete nav pirtûkxaneya Kurdî. Nivîskarên Fars wê demê hest bi valahiyekê di nava ziman de kirine û kar ji bo dagirtina vê valahiyê kirine, tevî ku piştî cemalzade bi dehan kesên din ku yek ji wan Ehmed Şamlû ye karê baş di wî warî de kirine, lê bo zimanê Kurdî, tevî ku dereng dest bi wî karî hate kirin, zengînbûna ferhengê xema derengmana wê ferhengê ji bîra me dibe.

Ji niha ve çavkaniyekî dewlemend a zimanî li ber destê nivîskarên Kurd heye ku hemû ew keresteyên zimanî dikarin alîkar bin bo ku hestên xwe bîne ziman. Eger bi behaneya kêmbûna gotinan nivîsên nivîskarên vê serdemê lawaz bûye, nivîsên wan kurt bûne, ji ber lawaziya ziman rexne ji wan hatiye girtin, ji niha û pêde bi hebûna vê ferhengê beşeke mezin a wan pirsgirêkan têne çareserkirin, dikarin hem di nivîsandina nivîsên dahênerane û hem ji di wergêranê de weke çavkaniyeke bawerpêkirî bo piştevanîkirina nivîsên xwe bikar bînin.

KURDŞOP
725 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!