Zeynelabidin Zinar
Beşa pêncem a vê gotarê li vir bixwînin
Herêma Geliyê Zîlanê
Herêma Geliyê Zîlanê, navenda deh komkujiyên ku li Kurdan hatiye kirin bûye.
Rêzdar Ehmedê ji gundê Hesenevdalê, bersiva pirsên me li ser danasîna Geliyê Zîlanê weha daye. Lê geh bi girîneke hûrik, gahî bi rijandina stêrkên çava didomand.
Piştî aşbûnê peyivî û got:
”Geliyê Zîlanê ji aliyê berbihêliyê ve girêday bi navçeya Erdîşa Wanê ve ye. Li dora 20km yî li serdestê navçeya Erdîşê ye. Li wirê Gelî dabeşê ser sê şaxan bûye. Yanî sê gelî hene, ji her siyan re jî ”Geliyê Zîlan”ê tê gotin.
Gelî wisan hevraz û hevraz diçe heta ku digîje nêzê Tendûrekê û diçe digîje navçeya Diyadîna girêdayê bi Agiriyê ve. Pêşeke wî diçe digîje Xamûra navçeya Agiriyê, pêşa dî jî diçe digîje Patnosa navçeya Agiriyê. Reng û ruyê xwezaya wî Geliyê rengbihişt, pir xweşik e; tev zozan e, mêrg in, kanî, cihik û ava çemê di geliyan re ku diherike xweşiyeke zêdetir dide merovan… Ew zozanên Geliyê Zîlanê ji xelkê herêmê re mînane behişt û meriv, sewal, ajal û balind lê dihêwirin. Ew hersê şaxên Geliyê Zîlanê dema ji Bakûr ve tên, li jêrê dibin yek. Di hersê şaxên Gêlî de jî çem hene, di rexên wan de gelek kanî hene ku ava zelal dadiweribînin jêrê û çemên heyî şên dikin, gurtir dikin, berdewamî diherikin û wisa eşq û coş diçin...
Navê çemekî, Çemê Hesenevdalê ye.
Navê çemekî, Çemê Geliyê Xaniyanê ye.
Navê çemekî jî, Çemê Eşîran e.
Ji van hersê çeman re jî ”Çemên Geliyê Zîlanê” tê gotin. Lê çemê ku ava wî herî zêde û boş e, Çemê Hesenevdalê ye. Ava wan hersê çeman, li jêrê dibin yek û diçe dikeve ser Behra Wanê. Çendî ku ev ”derya/behr” gol e jî, lê li herêmê kes nabêje Gola Wanê. Li wirê niha dewletê bendavek jî çêkiriye. Bendav zêdetir ji bo afirandina elektrîkê ye, lê hindik avadanî jî li berê çêdibe û hinek medreb jî têne çandin. Berî Komkujiya Geliyê Zîlanê, Tirkiyê gelek herêmên Geliyê Zîlanê kirine çewlik û dorpêç kirine, tê de sewal xwedî kirine û ji kurdnişîniyê malandine. Li gor hin çavkaniyan, serdema xwe 49 gundên Geliyê Zîlanê hebûne. Ew gund hemû yên Kurdan in. Lê belê serokê Cuntaya 12ê Êlûna 1980yî gelek kes ji Kirgizistan û Efganistanê hanîne û li wirê bi cih kirine.
Ji wan kesên hatî re gundekî pir mezin ava kirine, di binê xaniyan de axur û tewle ji wan re çêkirine, ji bo her malekê çend çêlek, mî û bizin dane wan, ji bo her sê-çar malan traktorek dane wan. Erd û zeviyên Kurdan ên herî bi nirx û adan, dane wan. Hinek ji wan kesan li hin gundên Kurdan ên Geliyê Zîlanê bi cih kirine. Piştî ku ew macir li Geliyê Zîlanê bi cih bûne, têkiliya wan bi Kurdan re çênebûye. Ji ber hindê ew fêrê Zimanê Kurdî jî nebûne".
Beşek ji pirtûka ”Deh Komkujiyên li Sê Geliyên Zîlanê”, Zeynelabidin Zinar, kurdiya kurmancî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2023, rûpel 158, ISBN 978 91 87787 06 5
Ev gotar didome...