Eta Kel “yaxiyek” li dijî formasyona civakî û rêberê serhildanek li dijî desthilata Paşayetî
Diyako Şasiwar
Serhildana çekdarane ya Eta Kel û lihemberderketin li dijî hikûmeta navendî:
Eta Kel pêka dîroka ku me behs kirî wate derdora sala 1937 û 1938 a Zayînî, di serdema desthilata Riza Xanê Pehlewî de jiya ye û serhildan kiriye. Riza Xan di wê serdemê de mijûlê darêtina pilan bo pêkanîna hikûmetek tevaw li şêwaza dewlet- netewe yan (Nation- state) bûye.
Her wê rêyê digire berahîka xwe ku “Mistefa Kemal Paşa” yan “Ataturk” li Tirkiyê ew rêye ceribandibû. Riza Şah yek ji pilanên wî ew bû ku bi awayekî berfireh siyaseta asmîlasyon li seranserê Îranê bi rê ve bibe. Ew siyaseta wî di çarçoveya wan siyasetane de ye ku jê re dibêjin çaksaziyên Riza Xanê.
Beşek ji çaksaziyên Riza Xan ku asmîlasyona çandî li xwe digire, nîştecihkirina eşîre û zozançî, hevrengkirina kincên tev netewên Îranê û hewldan bo sepandina zimanê Farsî û reşkirina tev zimanên netewên Îranê bû ku bi piraktîkekirina her yek ji wan siyasetane, Riza Xan bi dehan û sedan kes ji netewên Îranê kuşt û xiste girtîgehê.
Yek ji wan netewaneyên ku ji asmîlasyon yan bernameya yekrengkirin û yekdestkirina cilûberg û yekrengkirina zimanê Îraniyan zêdetirîn xisar dît, netewa Kurd bû. Lewma netewa Kurd ji xeynî wê ku di asta xwarê de sîstema axa û reiyetê zêdetirîn xisar bi qatên bindest digihand, hikûmeta navendî jî ji rêya şandiyên xwe ve zextek zêde dixiste ser wî xelkî bo peyrewkirin û dabezandina siyaseta kultûrî û zimaniyên xwe.
Her ew xelke ku pêbendê kevneşopiya hezar sal a resm û adetên xwe yên civakî û kultûrî bûn, carekê di warê aborî de ji aliyê xanên navçeyê ve dihatine çewsandin û carek din ji aliyê çandî ve jî di çarçoveya siyaseta hikûmeta navendî de êrîşê ser wan dihate kirin û di warê siyasî de jî wî xelkî ti rolek di siyaseta Îranê de nebû.
Gelempera ew yekane wate bi koylekirina xelkekê ku di bin wê desthilatê de dijîn. Her lewma di hemû navçeyên Rojhilatê Kurdistanê de kesanek hebûn ku berdewam di hişê wan de ew hizre hebû ku li dijî sîstema axa û reiyetê ku sîstemek civakî- aborî bû û li dijî sîstema paşayetî ku sîstema paşayetî tenê ya Riza Xan bû, serî hildin.
Eta Kel (çekdarê aliyê çep) û hevalê wî
Her du serhildanên civakî û siyasî jî, bi mebesta vekirina deriyek nû bo mirovê Kurd bû. Rêberên wan tevgerane dixwastin ku aliyê kêm hakimiyet ji daxwaziyên wan fam bikin. Eta Kel yek ji wan kesane bû ku di binkeya leşkerî ya Sêwer a Merîwanê de şoreşek çekdarane li dijî desthilata Pehlewî dest pê kir. Lê şoreşa wî şereşek nebû ku li ser bingeha têgeheke nasyonalîstî be.
Çimkî gelempera vebêjên devkî li ser wê mijarê rijd dibin ku ew serhildane zêdetir li dijî zordariya civakî-aborî bûye. Diyar e paşê ber bi qatên civakê ve berfireh dibe û heta astekê jî berfireh bû. Şoreşa wî şoreşeke têgihîştî ya li dijî çewsandina wan mirovan bû ku mijûl bû mafê wan dihate xwafrin. Lewma li gelempera wan hereketên ku kiriye û ew şûna ku Eta Kel tê de şoreş kiriye, em kêmtirîn diyardeyên nasyonalîstiyê dibînîn. Lê em wan diyardeyan jî dibîn ku hêdî hêdî tevahiya ew kesên ku li navçeya çalakiyên Eta Kel li dijî sîstemê bûn, tevlî hêzên wî dibûn. Wate hêdî hêdî bingeha bîrokeyekê bo lihemberderketin li dijî sîstemê bihêz dibe.
Wekî “Dr. Baqir Pîrî” ku di gotarekê de nivîsiye, hemû ew kesên ku di navçeyên Merîwan heta Dîwandereyê de li dijî wê sîstema civakî û siyasî bûn û navûbangek wan hebû, digel Eta Kel kevtin. Em dikarin di vê navberê de kesanê wek “Baba Tahîr, Mam Piyaw, Heme Loqe, Hemeyê Ewla, Ewla Fetah, Hemedemîn Pîroz, Seyîd Ebas Kewle, Elî Balbal, Mecî Biçkol, Şa Mihemed Çoxereşî, Hemeyê Murad, Xanxan Kirmaşanî, Mihemed Murad Efrasiyawî, Bile Xezan, Mecîd Umber, Heme Murad Umber” û gelek kesên dinê ku bi serhildana çekdarane ya Eta Kel re li dijî du sîstemên aborî- civakî û axa- reiyetî û sîstema siyasî ya Riza Xan derkevtin.
Wekî ku pirtûka “Dîroka Siyasî ya Hevçerx a Kurd” ji nivîsa “Dr. Kemal Ruhanî” behs dike, sala 1936an Eta Kel û 66 kes ji çekdarên wî, di pevçûneke dijwar û naberanber de li çiyayê “Şaco yê Bayincop”ê karîn sedan kes ji hêzên siwar û bejayî yên rejîma Pehlewî têk bişkînin û piştî wê yekê ew çiyaye bi navê “Çepera Seyîd Eta” hate naskirin.
Bandorên serhildana Seyîd Eta li ser bîr û bawerbixwebûna xelkê navçeyê bû sedema wê ku beşeke zêde ji xelkê wê navçeyê heta karûbarên civakî û pirsgirêkên xwe yên civakî bi cihê wê ku bi sîstema nedadperwerane ya qezayiya hakimiyetê re cî bi cî bikin, ji rêya hatiûçûnkirin bi Seyîd Eta re ew karane cî bi cî dikirin. Her wekî berê jî me got, di navçeyê dinê de jî hin serhildanên dinê li ser pirsgirêkên Riza Xanê Pehlewî hatibûne holê.
Bo mînak li navçeya Banê serhildana Heme Tal yê Bane di holê de bû. Mixabin gelek caran ew serhildanane ku li dijî hikûmeta navendî dihatine kirin ji ber wê ku hem di warê hizra siyasî û civakî de û hem jî di warê yektir famnekirinê de ji hev vediqetiyan û yekgirtî di navbera wan de çê nedibû, ger dijminê hevpar jî hebûn. Herwisa li dijî hev derdiketin û hêzên hev lawaz dikirin.
Heme Talê Bane
Du hêzên Eta Kel û Heme Tal ku herdu alî li dijî sîstema Pehlewî xebat dikirin, li gundê Hencîran li hember yek disekînin. Ew rastî pirsgirêkan tên û arîşeyên wan dibine sedema wê ku Heme Tal û 12 kes ji çekdarên wî bi destê Eta Kel bêne kuştin. Xuya ye ku kuştina wan bi destê Eta Kel meşa bûyeran li tevahiya navçeyên Bane bo Merîwan heta Sewlava û Sine û paşê heta Dîwandereyê, yanî tevahiya wan navçeyane dixe bin bandora xwe.
Hêzên herdu aliyan eger ji aliyekê ve bi sîstema hakimiyetê re mijûlê şerkirinê bûn, ji aliyek dinê ve beşek ji hêza xwe terxanê şerê navxweyî dikirin û şiyana wan ji nav diçû. Mixabin bi vî rengî ew du hêzane car din li dijî hev disekînin û şer dikin û wê carê şopînerên rêbaza Heme Tal di sala 1938an de şoreşgerê navçeya Qelate Reşe di temenê 40 salî de li çiyayê Qişlax ê navçeya Şilêr li Başûrê Kurdistanê dikujin.
Wate “Seîd Beg” pismamê Heme Tal, “Eta Kel” dikuje. Di halekê de hem Eta Kel û hem Heme Tal û hem Seîd Beg hemû li dijî zordarî û naberanberiyên hikûmetê şer dikirin. Ji ber navûbanga ku Eta Kel li serdema xebata xwe ya li dijî hakimiyetê ku hebû, bi hevkariya malbata “Şêx Mehmûdê Hefîd” bo bajarê Silêmaniyê tê veguhastin û bi rêz ve li goristana “Girê Seywan” ê vî bajarî bi axê tê spartin.